Li pey Dayika Xezalê tenê gustîlkek û têkoşîna wê ma... 2021-03-24 09:10:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Dayika Xezal ku kurekî xwe bi xwe şuşt û defin kir, kurê xwe yê din bi salan li ber derê girtîgehê payî, bêyî ku daxwaza wê ya dawî bê cih jiyana xwe ji dest da. Tenê gustîlkek ji dayika Xezalê ku ji kurê xwe re hiştibû ma.   Xezal Sari di vê pêvajoya pevçûnê ya bi salan berdewam dike de kurekî xwe winda dike û kurê wê yê din jî tê girtin. Dayika Xezal kurê xwe yê ku tevlî PKK’ê dibe û jiyana xwe ji dest dide, bi destê xwe dişo û defin dike. Azadiya kurê wê yê girtî jî, daxwaza wê ya herî dawî bû. Bêyî ku ev daxwaza wê pêk bê di 2014’an de jiyana xwe ji dest dide.   Xezal di 1930’î de li gundê Lîz a Kop a Muşê tê dinê. Dayika Xezal bi hêviya ku rojên xweş bibînin zarokên xwe mezin dike. Keça wê Muhbet Ozural têkoşîn û jiyana dayika xwe vedibêje.   Muhbetê diyar kir ku dayika wê ne tenê ji bo malbata xwe ji bo hemû kesî fedakar bûye û got: “Nirx dida hemû mirovan. Riya zarokên xwe yê şehîd ket û yê di girtîgehê de dipa. Du zarokên wê tevlî tevgera azadiyê bûn. Yek şehîd ket. Yek hat girtin. Dayika min her tim riya wan dipa. Lê piştî demekê êdî qebûl kir. Dema hevalên zarokên wê dihatin kêfxweş dibû. Çûyîna Vahyeddîn êdî ji bo wê rastiyek bû.”   Piştî kurê wê Vahyeddîn şûnde kurê wê Abdurrahman jî diçe û piştî demekê agahiya kurê xwe Abdurahman digire.   Muhbetê wiha dibêje: “Ji bo Abdurahman bizewicîne amadekarî dikir. Abdurrahman çû leşkeriyê û hat. Dayika min dixwest bizewice. Lê wî nedixwest. Ew jî piştî birayê xwe tevlî bû. Piştî demekê li Edeneyê şehîd ket. Hemû kesên me hatibûn binçavkirin. Dayika min bi tena serê xwe çibû Edeneyê.”   Dayika Xezel bi tena serê xwe dikeve riya Edeneyê û piştre bi tilîliyan kurê xwe bi tena serê xwe dişo…   “Dayika min tenê diçe ber morgê. 5 roj bû cenaze di destên dewletê de bû. Dayika min wê demê wisa vedigot; ‘Ez çûm ber morgê tenê bûm. Min destê xwe vekir û dua kir. Min got xwedê min li hember dijmin fedîkar dernexe. Dema dayika min diçe morgê jê re dibêjin tu hatiye kê dibî. Ew jî dibêje ez hatime ku kurê xwe bibim. Piştî vê heqeretan lê dikin.Dayika min dibêje rêzdar bin em li dijî cenazeyên we wisa nakin. Dijûnan li dayika min dikin. Dayika min got ‘ez çûm morgê. Min eniya kurê xwe maçî kir. Min got îro daweta kurê min e ez wî bibim.’Her tim digot ‘negirîn îro daweta birayê we ye’. Dayika min tenê birayê min şuşt û li Edeneyê defin kir. Nehiştin em cenaze bînin vir.” Dayika Xezal piştî kurê xwe defin dike tê Wanê agahiya kurê xwe Vayhyeddîn digire ku hatiye binçavkirin. Vê carê tilîliyên xwe ji bo wî bilind dike..   “Piştî vê birayê hat binçavkirin. Bi rojan îşkence lê kirin. Dayika min dipa ku ew îşkence biqedin. Piştî îşkenceya mezin hat girtin. Gazî dayika min kir ku biçe hevdîtinê. Dayika min hem bi dilşewat hem jî bi coşek mezin çû girtîgehê. Li wir hîn bû ku 36 sal ceza danê. Dayika min soz da birayê min û got ez ê tu car li dijî dijmin negirîm. Dema ceza dan birayê min , dayika min bi tilîliyan birayê min şand girtîgehê.Dayika min her roja hevdîtinê sibehê zû radibû. Digot min bixemilînin ez diçim cem kurê xwe. Weke ku biçe dawetê xwe amade dikir. Her tim di riya surgunê de bû. Wan, Muş, Sêrt, îzmîr û Panos..”   Tevî temenê pêşketî tu car xwe ji hevdîtinan nedida alî û daxwaza wê ya herî mezin azadiya kurê wê bû.   “Dayika min bi salan riya kurê xwe payî. Beriya wefat bike digot ‘Yekane daxwaza min ji xwedê ev e, ez li şaneşînê runiştîbûma û min kurê xwe li hewşa me temaşe bikira.’ Mirina xwe hîs kiribû û dixwest cara dawî biçe bibîne. Bi kelecanek mezin çû Îzmîrê.Hat malê got hinê li porê min bike. Di hevdîtinê de kurê xwe hembêz kir. Destên wî maçî kir. Hîs kiribû ku ev hevdîtina dawî bû.”   Piştî hevdîtina dawî dayika Xezal jiyana xwe ji dest dide û gustîlkekê ji kurê xwe re dihêle…   “Em hatin Wanê me dayika min rakir nexweşxaneyê. Beriya wefat bike gustîlka xwe dirêjî min kir û got bişîne girtîgehê. Min piştî wefatê gustîlk şand girtîgehê. Daxwaza dawî ya dayika min azadiya Vahyeddîn bû. Neviyekî wê jî tevlî refên azadiyê bû. Me agahî jê negirt. Kurekî xwe winda kir yek hat girtin. Lê daxwaza wê ya dawî nehat cih. Bi yek gotinê dayika min jinek fedakar û kedkar bû.”