'Daxwazên zarokên me bi cih bînin û tecrîdê bi dawî bikin' 2021-03-24 09:08:27   SÊRT - Malbatên girtiyan ên Sêrtê, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan de axivîn û gotin: "Ger ku tiştek bi zarokên me bê berpirsyar hikûmet bi xwe ye. Em ji ber rewşa zarokên xwe bifikar in. Bila daxwazên zarokên me bi cih bînin û tecrîda li ser Serok bi dawî bikin."   Zext, zordarî û gefên li ser girtiyan her ku diçe girantir dibin. Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020’î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin di roja xwe ya 118’emîn de didome.   Malbatên girtiyan ên Sêrtê têkildarê çalakiyên grevên birçîbûnê axivîn û banga bidawîkirina tecrîdê kirin.   Dayika Sûleyman Tîmurtaş ê ku 5 sal e girtî ye ku 7 sal û nîv ceza lê hatiye birîn û di girtîgeha Orduyê de tê girtin Kumrî Tîmurtaş, zext û zordariyên li ser girtiyan tê kirin şermezar kirin. Kumrî, wiha berdewam kir: "Dema em diçin hevdîtina wî du şev û du rojan em di rêde dimînin. Heta ku em diçin hevdîtinê gelek zor û zehmetiyan dijîn. Ji ber pandemiyê ev du salin em nikarin biçin hevdîtinê. Dema em diçin Orduyê cihê ku em lê bimînin tune ye. Di her aliyî de em malbat zilm û zehmetiyê dijîn. Îro zilmê hem li me û hem jî zarokên me dikin. Ez nikarim biçim hevdîtinê. Kurê min berî bi 5 salan di Newroza Sêrtê de hat girtin. Newroz ne sûce û hemû kes tevlî vê pîrozbahiyê dibe. Dema em diçin girtîgehê jî me di lêgerînan re derbas dikin. Bi van lêgerînan zilmê li me dikin. Piştî ku em hevdîtinê dikin şûnde ew qas rê şûnde vedigerin."     'Li ser zarokên me zextan dikin û gefan dixwin'   Kumriyê, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku zext li ser zarokên wan tên kirin û wiha domand: "Em alavên ku ji zarokên xwe re dibin nadin wan. Carna meh jî di navberê re derbas dibin piştre didin zarokên me. Carna jî alavên wan paşve dişînin û nadin wan. Li ser girtiyan zilmeke mezin tê meşandin. Zarokên me di navbera çar dîwaran de bi zilmê re rû bi rû ne. Her wiha dema ji kantînê dan û stendinê dikin jî gelek bûha didin wan. Her wiha li ser zarokên me zext hene û gefan li wan dixwîn."   'Serokê me berdin'   Kumriyê, bal kişan ser çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger ku di girtîgehan de dest pê kiriye û ev tişt anî ziman: "Ez nizanim ku kurê min ketiye greva birçîbûnê yan na. Ji ber ku ji me re tiştekî nabêje. Lê dema Leyla Gûven dest bi greva birçîbûnê kiribû kurê min jî ketibû greva birçîbûnê û wê demê 122 rojan di grevê de ma. Ji ber greva birçîbûnê gelek nexweşî lê peyda bûn. Li dijî zilm, gef û zextan zarokên me bedena xwe didin ber birçîbûnê. Ji ber ku di navbera çar dîwaran de tên girtin nikarin çalakiyeke din bikin. Zarokên me bedena xwe didin ber birçîbûnê. Daxwaza me ew e ku hemû kes xwedî li girtiyan derbikeve. Divê em bibin dengê girtiyan. Divê hemû kes ji bo çalakiya greva birçîbûnê derbikeve kolanan û piştgiriyê bide girtiyan. Bila daxwaza zarokên me bi cih bê. Daxwaza zarokên me ew e ku gefên li ser wan bi dawî bibin û tecrît bê rakirin. Zarokên me dixwazin ev zilm bi dawî bibe. Bila tecrîda li ser serokê me bê rakirin û ev çalakiya greva birçîbûnê bi dawî bibe. Ji bo tecrît bê bidawîkirin gelek kesan heta niha dawî li jiyana xwe anîn.  Em jiyanek azad û wekhev dixwazin. Serokê me berdin. Bila hemû kes bibe dengê girtiyan."   'Ev 6 sal in kurê xwe nabînim'   Dayika Yusuf Selçuk ê ku 6 salin girtî ye û di girtîgeha Orduyê de tê girtin Halîme Selçuk jî diyar kir ku li ser girtiyên di girtîgehan de zilm tê kirin, gef tên xwarin û wiha pêlda axaftina xwe: "Kurê min bêsûc û bêhiqûq îro di girtîgehê de tê girtin. Em dixwazin zarokên me bên berdin. Em êdî kuştin, binçavkirin û girtinan naxwazin. Bila deriyê girtîgehan bên vekirin. Zilmê li  me kurdan dikin. Em malbat heta ku diçin hevdîtinê û tên  gelek zahmetî dibînin. Ji ber ku rê gelek dûre em bi zorê xwe digihînin wê derê. Ev 6 sal in kurê xwe nabînim. Ez nexweş im û rê dûre nikarim biçim kurê xwe bibînim. Çûyîn û hatina me bi tena serê xwe wek îşkenceyê ye. Ez hîn jî nizanim ku kurê min ji ber çi hatiye girtin.  Îro bi awayek neheq di girtîgehê de ye. Hikûmet tim li ser me kurdan û girtiyan zilmê û gefan pêk tîne."   'Bila daxwaza zarokên me bi cih bînin'   Halîme, da zanîn ku zarokên wan îro hem ji bo rakirina tecrîdê û hem jî ji bo bi dawîkirina zextên li ser wan bedenên xwe dane ber birçîbûnê û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gefên li se zarokên me tu carî bi dawî nabin. Kurê min dema Leyla Guven ketibû çalakiya greva birçîbûnê ew jî ketibûyê. Wê demê dilê wî sekinî û ji mirinê zivirî. Kurê min hîn neketiye greva birçîbûnê. Em ji tendûristiya zarokên xwe gelek bifikarin. Beriya ku di girtîgehan de rewş giran bibe divê hikûmet gav bavêje. Em naxwazin tiştek bi zarokên me bê. Ger tiştek bi wan bê berpirsyar hikûmet bi xwe ye. Em dixwazin daxwaziya zarokên me bi cih bê û deriyê girtîgeha bê vekirin. Tecrîda li ser Serok jî bila rabikin. Em dixwazin Serok jî bigihîje azadiya xwe. Bi girankirina tecrîdê re li girtîgehan  zext zêde bûn. Her wiha li Kurdistanê jî şer kurtir bû. Em dixwazin ev şer bi dawî bibe.  Bila daxwaza zarokên me demildest bi cih bînin. Kesên tecawizkar û kûjeran berdidin û siyasiyan bernadin. Bila girtiyên siyasî berdin. Zarokên me bê sûcin û girtî ne. Em ji dewletê tu tiştî naxwazin. Bila bi tenê daxwazên zarokên me bi cih bînin. Bila hemû kes bibe dengê girtiyan. Divê hemû gelê kurd rabe ser piyan."