‘Gumanbarên mirinên biguman dewlet-mêr e’ 2021-03-24 09:05:02   Hîkmet Tunç   WAN - Yek ji bajarên ku herî zêde kuştin û mirinên biguman yên jinan lê tê jiyîn Wane. Jin di bin navê întîxarê de tên qetilkirin. Aktîvîstên jin diyar kirin ku tu mirinek biguman ne kiryarnediyare, berovajî vê jin her roj ji aliyê mêr-dewletê ve tên qetilkirin.   Di du mehên ewil yê salê de 48 jin hatin qetilkirin û 19 mirina jinan jî bi biguman e. Yek ji bajarên ku mirinên biguman û kuştina jinan lê tê jiyîn Wan e. Di meha çile de li Wanê jina bi navê Aylar Shahnahad biguman jiyana xwe ji dest da di meha sibatê de zaroka bi navê Helîn Aslan biguman jiyana xwe ji dest da. Li taxa Şemsîbey a Tuşbayê jî Hinar Tek ya 71 salî biguman jiyana xwe ji dest da. Aktîvîstên jinan derbarê mijarê de nêrînên xwe anîn ziman.   'Gelek jin bi şîdeta zayendî re rûbirû dimînin'   Endama Komeleya Jinan a STAR civaknas Meryama Aslan ku saleke li Wan û navçeyên wê li qada şîdeta li ser jinê dixebite got di vê çarçoveyê de bi gelek jinan re hevdîtin kirine û hatiye tespîtkirin ku li qada xebata wan li her malê şîdet hatiye jiyîn. Meryameyê wiha berdewam kir: “Piranî jin şîdetê wek ya fîzîkî dinirxînin. Ji ber vê jî ferq nakin ku bi şîdetê re rûbirû dimînin. Ji ber vê jî şîdet dibe rewşeke ji rêzê. Me xwe gîhand gelek jinan. Wan xwe gîhandin me. Ez dikarim aşkera bêjim ku her jina zewicandî rastî şîdeta zayendî tê. Şîdeta zayendî ji ber olî û kevneşopî tê nirxandin pir caran li ser daxwaza mêr têkiliya zayendî tê jiyîn. Dema jin li dijî vê dertê jî rastî şîdeta fîzîkî tê.”   Şîdet didome   Meryamayê, da zanîn ku jin di nav şîdetê de têkoşîna jiyanê didin û wiha axivî: "Jin dema dizewicin li hemberî zexta mêr re rûbirû dimînin.  Di civakê de dema rewş wisa dibe şîdet jî rewa tê dîtin û jin bi şîdeta sîstematîk a mêr re tê rû hev. Me bi kesên serî li me dane re bernameyek pêk anî û me ew guhdar kirin. Serî li me dan û gotin dozên me bişopînin. Heta derfetê me hebû me xwe gihandê û em hewl didin.”   ‘Jiyana jinê bi qasî malbatê girîng nîne’   Meryemayê balkişand ser rola dewlet-desthilatdariyê ya di şîdeta li ser jinê de û got: “Nîqaşên vekişîna Peymana Stenbolê û pêknehatina qanûna 6824 şîdet û kuştinên jinan rewa kiriye. Li herêmê demên dawî de kuştinên jinan û mirinên biguman zêde bûne. Întîxar bincil dikin. Em di mijara mirinên biguman de bi mabat, doktor û aliyê hiqûqî re eleqeder dibin. Lê malbat, nexweşxane û dozger sedemê vedişêre. Doktorê rapora otopsiyê lêkolîn dike jî dibêje ne întîxare û hatiye kuştin. Lê mixabin naxwaze ku be zanîn ku wî ev îfade kiriye. Hemû mercî malbatê diparêzin. Jiyana jinê bi qasî malbatê ne girîng e. Em êdî naxwazin yek jinek kêm bibin. Yekane daxwaza jinan jiyanek azade. Cinayetên jinan veguherine qirkirina zayendî. Li hember zayenda jinê êrîş heye. Cînayetên jinan polîtîk in.”   ‘Gumanbarên mirinên biguman diyar in’   Aktîvîsta TJA’yê Aynur Sarica jî balkişand ser mirinê biguman yên jinan û wiha pê de çû: “Gumanbarên jinan diyar in. Ji aliyê kesên diyarkirî ve tên qetilkirin. Li bajar rêje zêde bûye. Sedema mirinên jê re dibêjin întîxar bi tu awayî dernakeve holê. Di encama hevdîtinên em bi malbatan re dikin dibêjin ‘psîkolojiya wê xera bibû’, ‘demên dawî de bêdeng bû’, ‘kêfxweş bû’, ‘pirsgirêka wê tunebû’. Lê em dikarin bi zelalî bêjin ku tu jin ji ber psîkolojiya xerab întîxar nake. Malbat îfadeyên jiber bikar tînin. Di bin gotina ‘psîkolojiya wê xerabû’ de rastiya şîdeta psîklojîk, zext û şîdeta fîzîkî heye. Ji ber vê jî berê jinan didin întîxarê û riyek din ji jinan re nahêlin.”   ‘Sedema qetilkirinê ev e ku jin serî natewînin’   Aynurê di berdewamiyê de bi lêv kir ku mêr bi hêrsa desthilatdariyê dibêje "ya tu serî ditewînî yan jî tu yê bê kuştin" û ji ber jin serî natewînin, bêdeng namînin û bi zor nakevin têkiliya zayendî tên qetilirin. Aynurê wiha dawî lê anî: “Di 4’ê sibatê de li Şax a Wanê jina bi navê Herdemcan Tînk ya ji aliyê hevjînê xwe M.Ş ve rastî şîdeta sîstematîk hat jiyana xwe ji dest da. Herdemcan di temenê biçûk de hatiye zewicandin û gelek caran bi şîdetê re rûbirû maye. Herî dawî agahî dide malbata xwe û derbarê wê de mehek biryara parastinê tê dayîn. Piştî mehekê neçar dimîne vegere hawira şîdetê û rastî heman îşkenceyan tê. Bedena xwe dide ber birçîbûnê û bi vî awayî hewl dide xilas bibe. Herdemcan nemir, li ber çavan hat qetilkirin. Ji ber vê jî em bang li hemû jinan dikin ku li dijî hawirên bê ewle ligel hev cih bigirin. Em wek TJA wê bi kampanyayan xwe bigihînin jinan.”