ROJEVA 24'Ê ADARA 2021'Ê 2021-03-24 09:00:00   * Jinên ku li gundên navçeyê Farqînê ya Amedê dijîn, bi ked û hilberîna xwe barê jiyanê girtine ser milê xwe. Jinan destnîşan kirin ku çend keda jinan hêj nayê dîtin jî bi saya têkoşîna jinan gelek tişt jî guherî ye. BI DÎMEN    *"Zarok di nava coşa Newrozê de bi rengê xwe, kêyfxweşiya xwe, bi cil û bergên xwe rengek gelek xweş dabû qada Newrozê. Weke sosin û beybûnên çiyayên welatê xwe reng dabûn." JI PÊNÛSA JINAN    *Elefterya xwedî rihekî mezin a ku evîna du welatan bi kûrahî dijiya bû. Wê li dijî komployê li dijî tarîtiyê bedena xwe kir guleyek ji agir. Elefterya beriya çalakiyê di nameya xwe de wiha got: “Gelê kurd li dijî zilmê têkoşînek a azadiyê dike. Aştiya gelan dixwaze. Hezkirina min ji ber vê yekê ye. Azadiya gelê kurd, azadiya Abdullah Ocalan azadiya hemû gelan e.”   *Yek ji bajarên ku herî zêde kuştin û mirinên biguman yên jinan lê tê jiyîn Wane. Jin di bin navê întîxarê de tên qetilkirin. Aktîvîstên jin diyar kirin ku tu mirinek biguman ne kiryarnediyare, berovajî vê jin her roj ji aliyê mêr-dewletê ve tên qetilkirin. BI DÎMEN    *Malbatên girtiyan ên Sêrtê, têkildarî çalakiya greva birçîbûnê ya li girtîgehan de axivîn û gotin: "Ger ku tiştek bi zarokên me bê berpirsyar hikûmet bi xwe ye. Em ji ber rewşa zarokên xwe bifikar in. Bila daxwazên zarokên me bi cih bînin û tecrîda li ser Serok bi dawî bikin." BI DÎMEN   * Parlamentera dema berê ya HDP’ê a Wanê Tugba Hezer, got HDP ji bo desthilatdariyê astengiye û bi lêv kir ku mijara girtina HDP’ê jî tasfiyeya pêşeroja demokratîk a Tirkiyeyê ye.   *Dayika Xezal ku kurekî xwe bi xwe şuşt û defin kir, kurê xwe yê din bi salan li ber derê girtîgehê payî, bêyî ku daxwaza wê ya dawî bê cih jiyana xwe ji dest da. Tenê gustîlkek ji dayika Xezalê ku ji kurê xwe re hiştibû ma.   *Parêzera femînîst Zekiye Karacaboz der barê feshkirina peymana Stenbolê de axivî û da zanîn bi biryara serokomar peyamaneke navneteweyî nikare şûnde bê kişandin û got li dijî biryarê divê li Daniştayê doz bê vekirin.   *Jinên beşdarî Newrozê bûn li dijî girtina HDP'ê derketin û gotin:"HDP ne tenê partiya kurdan e. Partiya hemû mirovên bi şeref e." Bertekek din jî bi vî rengî bû:"Yên di girtîgehan de li dijî tecrîdê bedena xwe dan ber birçîbûnê, ez êdî vê dewletê lanet dikim." BI DÎMEN