Saziyên êzidî yên Ewropayê: Vîna civaka êzidî qebûl bikin 2021-03-23 12:12:30     NAVENDA NÛÇEYAN - Gelek sazî û rêxistinên êzidî yên Ewropayê bi daxuyaniyek nivîskî bal kişandin ser rewşa Şengalê û gotin: "Em bang li Netewên Yekbuyî û raya giştî ya navneteweyî jî dikin, ku dijî van êrîş, bêrêzî û gefên Enqere, Hewlêr û Bexdayê ya li ser Şengalê û Asayişa Êzdîxanê bêdeng nemînin."    Gelek rêxistin û saziyên sivîl ên Êzidî yên Ewropayê û di nav de gelek saziyên jinan jî heyî bi daxuyaniyeke nivîskî bal kişandin ser siyaseta ku li hemberî Şengalê tê meşandin û banga xwedîderketina li Şengalê kirin.    Daxuyanî wiha ye:   "Di 9'ê Cotmeha 2020'î de, li dijî civaka êzidî û warê wê ya pîroz Şengalê, di encama zextên Erdogan de, hikûmetên Hewlêr û Bexdayê peymanek derbarê Şengalê de îmzekirin. Peymana navbera Hewlêr-Bexdayê bi armanca jiholêrakirina destkeftiyên civaka êzidî hatî îmzekirin, metirsiyek mezin di nav tevahiya civaka êzidî, bi taybetî jî xelkê Şengalê de peyda kiriye.   Tevî nerazîbûna tevahiya civaka êzidî û bangên wê yên diyalog û çareserkirina pirsgirêkan jî, aliyên ku ev peyman îmze kirin e, ji ya xwe nayên xwar û di bicihkirina wê de bi israr tevdigerin. Herî dawî rayedarên Iraqê ev helwesta xwe anîn asta tehdît û êrîşê. Vê helwesta Bexdayê nerazîbûnek mezin di nav tevahiya civaka me û gelê kurd de çêkir.   Li dijî vê yekê di serî de li Şengalê, li her dera ku civaka me lê ye, berxwedan tê meşandin. Hikûmeta Iraqê ya ku nikaribû gelê xwe biparêze û bû sedema derketina DAÎŞ'ê û bihêzbûna wê, di 3'yê Tebaxa 2014'an de civaka êzidî û Şengal ne parastin û di nav destên DAÎŞ'ê de hiştin. Her wiha nêzî 13 hezar hêzên hikûmeta Hewlêrê jî li Şengalê bicih bûbûn, lê di dema vê êrîşê de, civaka me ne parastin û rê li pêşiya qirkirinê vekirin.   Bexda û Hewlêr dixwazin dîrokê dubare bikin, êzidiyan bêhêz, bêbandor, destvala û bêrêxistin li hemberî dijmin û metirsiyan de bihêlin. Êrîşa artêşa Iraqê ya li ser Şengalê, hewldana dagirkerî û bêbandorkirina hêza Asayîşa êzdîxanê, wê rê li ber peydabûna DAÎŞ'ê û komên terorê yên nû veke. Di dema êrîşekê de, wê êzidî nikaribin xwe biparêzin. Ev yek jî wê kuştin û derbiderkirinê bi xwe re bîne.   Hewldanên ku van rojan artêşa Iraqê li dijî êzidiyan û Şengalê dike, karekî ne ji rêze ye. Karekî nakeve xizmeta Iraqê û gelê wê. Ev yek tenê dikeve xizmeta neyarên Iraqê, di serî de dewleta Tirk ya ku Iraq dagir kiriye û ava Dicle û Firatê biriye û bi milyonan mirov tî hiştî ye. Bexda û Hewlêr bi vê êrîşê tenê ji bo konsepta şer û dagirkeriyê ya dewleta Tirk dixebitin. Ev ne karekî welatparêzî ye. Ev li Iraq û gelê wê, li hemû cangoriyên ku ruhê xwe li dijî DAÎŞ'ê dane, îxanet e.   Divê em vê siyaseta dijminane li her derê şermezar bikin û rastiya wê ya li dijî mirovayetiyê eşkere bikin. Divê gelê me di her warî de bersiva vê hemleya dagirkeriyê bide. Hemû sazî, rêxistin,  siyasetmedar, rewşenbîr, hunermend, rûspî, rojnameger û kesayetên vê civakê yek bi yek, li ser piyan bin, li dijî hemû cûre êrîşan amade bin û rê nedin wan hêzên kolonyal ku dîsa rê li ber komkujiyek nû vekin. Her wiha ew hêzên ku di 3'yê Tebaxa 2014’an de, civaka me li hemberî DAÎŞ'ê tenê hiştin, ji meydana şer reviyan û bûn sedema qirkirinê, divê werin cezakirin. Nayê qebûlkirin ku carek din, ew mîna desthilatdar, li ser gelê me û Şengalê hikim û rêveberiyê bikin. Divê ew hesab bidin civaka êzidî û îradeya wê ya azad qebûl bikin.   Em bang li Netewên Yekbuyî û raya giştî ya navneteweyî jî dikin, ku dijî van êrîş, bêrêzî û gefên faşîst ên Enqere, Hewlêr û Bexdayê li ser gelê Şengalê û Asayişa Êzdîxanê bêdeng nemînin, mudaxele bikin, rê li ber bigirin û statuya civaka êzidî misoger bikin. Bijî Şengala xweser, azad û demokratîk!"