Nobeta Emîne Şenyaşar 15 roj in didome 2021-03-23 11:01:46   RIHA - Çalakiya bi daxwaza “Edaletê” ya Malbata Şenyaşar a li ber Edliya Rihayê di roja 15’emîn de dewam dike.   Emîne Şenyaşar a di êrişa parazvan û xizmên parlamenterê AKP’ê Îbarahîm Halîl Yildiz Hevjînê xwe Hacî Esvet Şenyaşar û du zarokên xwe Celal û Adil Şenyaşar winda kirin, bi kurê xwe Ferîd Şenyaşar ê di êrişê de birîndar bibû re, berî 15 rojan li ber Edliya Rihayê dest bi çalakiya rûniştinê ya “Edaletê” kirin. Çalakiya malbata Şenyaşar di roja 15’emîn de dewam kir.   Malbat, di şefeqê de hat ber edliyê û bi dowîzên ku danîn erdê daxwaza xwe ya “Edaletê” dûbare kirin.