Meclîsa Jinê ya HDP'ê dê ji bo Peymana Stenbolê doza betalkirinê veke 2021-03-23 10:58:03   ENQERE- Meclîsa Jinê ya HDP'ê ji bo Peymana Stenbolê civîna onlîneyê li dar xist. Di civînê de ji bo Peymana Stenbolê biryara vekirina doza betalkirinê hat dayin.    Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan û Berdevka Meclîsa Jinê Ayşe Acar Başaran û endamên meclîsa jinê û parlamenter ji bo Peymana Stenbolê ya bi biryarnameya serokkomariyê hat feskirin civîna onlineyê li dar xistin.    Di civînê de hat gotin vekişandina ji peymanê êrişa li ser maf û destkeftiyên jinê ye. Di civînê de hat gotin divê li dijî vê êrişê xebatên hevpar ên bi saziyên jinan re bê kirin û li ser rê û rêbazên vê têkoşînê hat sekinandin.    Biryara mezinkirina têkoşîna siyasî û hiqûqî    Her wiha jinan di civînê de ji bo Peymana Stenbolê biryara vekirina doza betalkirinê dan. Biryara mezinkirina têkoşîna siyasî û hiqûqî jî hat dayin.