Jinên di bin çavan de: Bijî hevkariya jinan 2021-03-23 09:21:59   ENQERE - Jinên ku li Enqerê di bin çavan de tên girtin derbarê fesihkirina Peymana Stenbolê de gotin, "Em jin di bin tecrîdê de jî li dijî şîdeta mêr têkoşîna xwe didomînin. Dengê berxwedana we tê guhê me!  Bijî hevkariya jinan û têkoşîna wan."   Berdevka Meclisa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Enqerê  Zeyno Bayramoglu, ji Platforma Jinan a Enqerê Betul Koca, Bedriye Irmak û Laleş Ekmen ku di 19'ê Adarê di encama serdegitina malên xwe de hatin binçavkirin derbarê fesihkirina Peymana Stenbolê de di bin çavan de ji jinan re peyam şandin.    Jinan di peyama xwe de gotin, "Me di bin çavan de bihîst ku hikûmetê îmzeya xwe ji Peymana Stebolê kişandiye. Lê ev îmze destkeftiya jinan bû, bi xwevekişandina hikûmetê tune nayê hesibandin. Em jinên di bin tecrîdê de jî li dijî şîdeta mêr  têkoşîna xwe didomînin. Dengê berxwedana we tê guhê me! Bijî hevkariya jinan û têkoşîna wan.”