Çalakiya greva birçîbûnê di roja 117'emîn de ye 2021-03-23 09:04:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Çalakiya greva birçîbûnê ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirinên mafan ên li girtîgehan hatibû destpêkirin bi koma 24'emîn di roja 117'emîn de didome.    Çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên li girtîgehan ku di 27’ê Mijdara 2020'î de li girtîgehên Tirkiyeyê û herêmê hatibû destpêkirin didome. Çalakiya ku bêdem û dorveger hatibû destpêkirin bi koma 24'emîn di roja 117'emîn de didome.    Girtiyan diyar kir ku hata daxwazên wên bên bicihanîn ew ê çalakiya xwe berdewam bikin. Girtiyên ku bi telefonê bi malbatên xwe re axivîn gotin: " Heta ku serok Apo azad bibe ew ê çalakiyên me bidomin. Em jiyaneke bê rêberê xwe qebûl nakin û bila gelê me jî bi vê hestiyariyê li çalakiya me xwedî derkeve."