Jinên beşdarî Newroza Amedê bûn: Em ê teqez bi ser kevin 2021-03-23 09:02:49   Sema Çaglak     AMED - Jinên ku beşdarî Newroza Amedê bûn, bal kişandin li ser gelek mijaran û gotin: “Jin carek din bi xweşîktiya xwe û rengê xwe qada pîrozbahiyê xemilandin. Em dibêjin em bi hêz in û em ê teqez bi ser kevin."    Newroza îsal li bajarên herêmê û bajarên Tirkiyeyê bi beşdariya sedhezaran bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Bi taybetî ew coş û rihê berxwdanê xwe zêdetir li Amed û Wanê nîşan da. Newroza Amedê li Parka Newrozê ya Navçeya Rezanê bi tevlîbûne sedhezaran kesî pêk hat. Di Newroza Amedê de herî zêde mijarên tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, grevên birçîbûnê, girtina HDP'ê û Yekitiya Gelê Kurd derketin pêş. Jinên ku tevlî Newroza Amedê bibûn destnîşan kirin ku ew ê bi teqez ser bikevin.    ‘Bila girtiyên siyasî azad bibin’   Yildiz Aksoy di destpêka axaftina xwe de Newroza hemû kurdan pîroz kir û wiha axivî: “Beriya Newrozê de em dikevin nav tevgereke germ. Em xwe ji bo Newrozê amadedikin, xwarina û şîrînahiyan çêdikin. Newroz coşekê pir mezin dide me. Ez ji biçûktiyê heta îro her tim tevlî Newrozê dibim. Heke em bi cil û bergên xwe yên gelerî neyên ew Newroz xweş nîne. Gava dibêjin Newroz herî zêde têkoşîn û berxwedanê tê bîra min. Her wiha ez silavên xwe ji bo girtiyên siyasî re dişinim û Newroza wan pîroz dikim. Girtî di grevên birçîbûnê de ne. Ez dixwazim bila daxwazên girtiyan bên cih û girtî azad bibin.”   ‘Em ê teqez bi ser kevin’   Rozerîn Durman jî yek ji wan jinên ku bi cil û bergên xwe yên rengîn tevlî mîtîngê bû wiha nêrînê xwe anî ziman: "Em ji ber zexta li ser gel zêde nikarin tevlî çalakî û pîrozbahiyan bibin. Lê îro li qadê tevlîbûnek pir xurt heye. Coş û berxwedana gel zêde ye. Ya girîng jî ew coş xwe li qadê nîşan daye. Ew jî moralek pir mezin dide me. Em ê îro li qadê bi reng û dengên xwe ji bo grevên birçîbûnê ji bo tecrîdê, ji bo êrîşên li ser HDP’ê û ji bo zextên li ser Gelê Kurd bûn bersîv. Em ê bigihêjin armanca xwe û dê em ê teqez bi ser kevin. Bijî berxwedana zindanan, Bijî berxwedana Gelê Kurd û jin jiyan azadî.”   ‘Em ê azadiyê bibînin'    Ayten Kiliç jî wiha nêrînê xwe ya derbarê Newrozê de anî ziman: "Daxwaza me ya kurdan aştî, azadî û jiyanek bi rûmet e. Heya ku ji me tê em ê têbikoşin û li ber xwe bidin. Em nakevin dê tu carî nekevin. Em bi hêz in îro jî ew xuya dike. Gelê Kurd nakevin. Kurd serfîraz in.”   ‘Me heyfa par îsal derxist'     Xecê Daşgin jî anî ziman ku gel bi coş û xemla xwe qadê tijî kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Newroz ji bo me rojek pir pîroz e. Par em ji bo pîrozbûnê bibiryar bûn lê tendurîstiya gel bêtir girîng bû û Newroz nehat pîrozkirin. Lê îsal me heyfa par derxist. Pandemî ji aliyekî û rewşa siyasî aliyekî Newroz ji bo hemû kesan bû bersîveke xurt. Bêguman jin bi xweşîktiya xwe û rengê xwe qada pîrozbahiyê xemilandin."