ROJEVA 23'YÊ ADARA 2021'Ê 2021-03-23 09:00:00   *Endama Komîteya Jinê ya bajarê Dêrezorê bi hatina salvegera rizgarkirina Baxozê kiryarên çeteyên DAIŞ'ê ku li ser wan dihat ferzkirin parve kir û got: "Dema ez kiryarên çeteyên DAIŞ'ê parve dikim gelek êş dijîm, ji ber min bawer nedikir ku mirov, mirovên bê sûc bikujin, lê rastî herdem bi êş e." DÎMEN HEYE   *Jinên ku beşdarî Newroza Amedê bûn, bal kişandin li ser gelek mijaran û gotin: “Jin carek din bi xweşîktiya xwe û rengê xwe qada pîrozbahiyê xemilandin. Em dibêjin em bi hêz in û em ê teqez bi ser kevin." BI DÎMEN    *Aktîvîsta TJA’yê Siyajîn pîrozbahiyên Amedê nirxand û got: “Girseya ku qada Newrozê tije kir, heta dawî daxwaza azadiya Birêz Ocalan, rakirina tecrîdê û aştiyê anî ziman. Em ji vê qîrînê fêm dikin ku gel, jin û ciwan tu car dest ji berxwedanê bernadin.”