Ji TJA'yê peyama spasiya Newrozê 2021-03-22 16:39:53     AMED - Derbarê pîrozbahiyên Newrozê de bi sernavê "Em hebûn, em hene û em ê hebin" TJA daxuyaniyek weşand û got: "Di serî de jin û Gelê Kurdistanî û Tirkiyeyê ji bo tevlîbûna wan a Newrozê spas dikin û silav dikin. "    Tevgera Jinên Azad (TJA), derbarê pîrozbahiyên Newrozê de bi sernavê "Em hebûn, em hene û em ê hebin" daxuyaniyek nivîskî weşand.    Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:    "Di dîrokê de zihniyeta mêr-dewletê hewl daye ku desthilatdariya xwe, ferzkirina kirasê dîltiyê/koletiyê, tecrîtê û çanda destdirêjiyê pêk bîne. Bi kurtasî hewl dane ku hebûna mêrtiyê-dewletê ji bo tunekirina jinên berxwedêr û gelen mazlum ava bikin.    Lê wek di dîrokê de jî diyar e, hîç hesabê hin tîştan nekirine. Bi aqilê xwe yê sivik û stratejiyên xwe xwastine jinên berxwedêr û gelen mazlum têk bibin. Lê ji dîroka mirovatiyê heta niha çi zîhniyet û stratejiya desthilatdariyekê di çi demekê de daxwaza wan a serdestiyê û pêkanînê negihîştiye encamek bi dilê wan. Jin û gelên bindest kirasê koletiyê, jixwedûrketin û radestbûn nepejirandine. Her ala têkoşîna hebûn û azadiya xwe li ba kirine.    Li ser vî esasî jinên li dijî polîtîkayên şerê taybet ku çanda jixwedûrketinê û ji bo parastina xweseriya xwe bi şiara ‘Em xwe diparêzin’ kolan û qad neterikandin.  ‘Pemana Stenbolê’ ya ku bi kedek mezin û bi zagonên tê parastin, yekalî û bi bêdadî hatiye betalkirin. Li hember vê helwestê jin bi şiara ‘Peymana Stenbolê dide jiyîn’ herikîn kolanan. Berxwedêrên ku ji bo tecrîdê rakin û azadiyê pêk bînin bedena xwe dane ber mirinê.    Li hember pêkûtî û astengiyan di 8’ê Adarê de bi dirûşma ‘Em li dijî qirkirina jinan jiyanê, li dijî tecrîdê azadiyê diparêzin’ bi coşek mezin û bi biryareke xûrt gotin 'Bijî 8’ê Adarê'. Di dîroka têkoşîna me ya azadiyê de bi cangorî ji bo Hebûn-Xwebûnê têkoşiyane em bi rêzdarî bi bîr tînin.    Di serî de jin û gelê me yên her çar aliyên Kurdistanê, ji bo parastina vê pîrozwerî, xwebûn û hebûnê xwe ala azadiyê bilind kirine bi dirûşma ‘Em bi agirê Newrozê re li ber xwe bidin û bi ser bikevin’ daketin qadan. Em jin û Gelê Kurdistanî û Tirkiyeyê silav dikin û spasiyên xwe peşkeş dikin."