Dema binçavkirina 9 kesî hat dirêjkirin 2021-03-22 14:09:02     ENQERE - Dema binçavkirina 9 kesên rêveberên HDP’ê jî di nav de yên li Eqerê hatibûn binçavirin hat dirêjkirin.   Li Enqereyê, polîsan di 19’ê Adarê de, di saetên serê sibehê de bi ser malan de girtibûn û rêveberên HDP’ê jî di nav de 10 kes binçav kiribûn. 10 kesên Berdevka Meclîsa Jinna a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Enqerê Zeyno Bayramoglû, Endamê Meclîsa Partiyê (PM) Alî Ozkan, Hevseroka Eskîşehîrê Şukriye Ercan û Hevserokê Mamakê Mûstafa Ûgûr Akkaya jî di nav de 4 rojin dibin çavan de tên girtin.   Her 9 kes îro sewqî dozger hatin kirin û 2 rojên dema binçavkirina jinan û 4 rojên din ên dema binçavkirina mêran hat dirêjkirin.    Navên kesên hatine binçavkirin wiha ne:"Berdevka Meclîsa Jinê ya HDP'ê ya Enqereyê Zeyno Bayramoglu, Ji Platforma Jinê ya Enqereyê Betul Koca, Bedriye Irmak, Laleş Ekmen, Endamê PM'ê Ali Ozkan, Hevseroka HDP'ê ya Eskişehirê Şukriye Ercan, Huseyin Gevher, Ramazan Karakoç, Mustafa Ugur Akkaya."