'Biryarê betal bike, Peymana Stenbolê pratîze bike' 2021-03-22 14:08:09     WAN/RIHA - Derbarê betalkirina Peymana Stenbolê de Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê û Komîsyona Jinan a Baroya Wanê daxuyaniyek dan û gotin: "Divê biryara hatî dayîn bê betalkirin û Peymana Stenbolê bê pratîzekirin."   Peymana Stenbolê ku Tirkiyeyê jî îmze kiribû, di şeva 20’ê adarê bi îmzeya Serokkomarê AKP’î Recep Tayîp Erdogan, bi biryara di Rojnameya Fermî hat weşandin de hat feskirin. Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê û Komîsyona Jinan a Baroya Wanê derbarê biryarê de daxuyaniyek dan çapemeniyê.    Li Rihayê berteka li hemberî betalkirina peymanê    Daxuyaniya Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê li ber Baroya Rihayê pêk hat û di daxuyaniyê de pankarta “Em dev jî Peymana Stenbolê bernadin", “Em xwe diparezin”, “Em vê biryarê nasnakin", “Edaleta mêr ne edaleta rast e", “Bi Peymana Stenbolê em ê bijîn" û “Ne faîl jinan biparêzin" hatin vekirin. Daxuyanî ji hêla Seroka Navenda Mafên Jinan a Baroya Rihayê Nahîde Polat Aslan ve hat xendin.    Nahîde, destnîşan kir ku Peymana Stenbolê jibo jinan girîng e û got: "Betalkirina peymanê şev nîvê şevê tê wateya xesp kirina mafên jinan. Peymana Stenbolê ji bo parastina mafên jinan girîng bû. Em betalkirina peymanê qebûl nakin. Kuştinê jinan polîtîk e, di her qada jiyanê de têkoşîna jinan heye û jin dê bi piştevaniyê civaka azad û wekhev avabikin. Em biryara betalkirinê qebûl nakin."   Daxuyanî bi dirûşma "Em bêdeng nabin û îtaet nakin" û "Peyman Stenbolê ya me ye" bi dawî bû.    Li Wanê betalkirina peymanê hat şermezarkirin   Komîsyona Jinan a Baroya Wanê jî li ber Edliya Wanê daxuyaniyek da. Parêzerên Komîsyana Zarokan a Baroyê, endamên Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) tevlî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta "Em biryara betalkirina Peymana Stenbolê nasnakin" vekirin. Daxuyanî ji hêla Seroka Komîsyona Mafên Jinan Rabîa Ozgokçe ve hat xwendin.    Rabîa, diyar kir ku di sala 2011'an de Tirkiye welatê ku yekem bû ku îmze da peymanê û got: "Lê li Tirkiyeyê tu carî ev peyman li gorî rêgezan nehat pratîzekirin. Ji ber vê sedemê jî her roj herî kêm 3 jin hatin kuştin. Her roj kuştin, taciz, tecawiz û newekheviya di nav bera jin û mêran zêdetir dibe. Di rewşeke wisa de biryara Serokkomariyê ya betalkirina peymanê nayê qebûlkirin û her wiha ne qanûniyê jî. Betalkirin tê wateya ku dewlet wezîfeya xwe ya ji bo jiyana jinê naxe meriyetê. Nenaskirina vîna jinê û betalkirina peymanê yekcar nayê qebûlkirin û em vê biryarê nasnakin. Em dev jî destkeftiyên xwe, mafên xwe û jiyana xwe bernadin. Em bang her kesî dikin ku xwedî li Peymana Stenbolê derkevin.    Daxuyaniya li Wanê bi dirûşma "Biryara xwe betal bike û peymanê pratîze bike" bi dawî bû.