Jinên beşdarî Newrozê bûn: Gelê kurd nayê tunekirin 2021-03-22 10:08:52     WAN - Jinên beşdarî Newroza li quntarê kelê bûn xwestin demildest Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan azad bibe û wiha gotin:"Gelê kurd nayê tunekirin."   Cejna Newroza 21'ê Adarê li bakur û tirkiyeyê bi beşdariya sedhezaran bi coşeke mezin hat pîrozkirin. Yek ji bajarên Newroz lê bi coş derbas bû Wan bû. Tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, grevên birçîbûnê, girtina HDP'ê di rojeva kesên beşdarî Newrozê bûn de bû. Ji jinên di Newrozê de li dijî êrişan bertekên xwe nîşan dan yek jê Ayşe Işik bû. Ayşe got:"Tenê dilopek xwîna me jî bimîne em ê serî hildin. Em di serî de Newroza Rêbe Apo pîroz dikin. Em azadiya girtiyên di girtîgehan de dixwazin."   Naîme Çer da zanîn ku ew mafê xwe dixwaze û ew ê heta dawiyê li ber xwe bidin û got:"Daxwaza me tenê em dixwazin wekî mirovan bijîn. Em mafên xwe dixwazin. Em azadiya Abdullah Ocalan dixwazin."   Muhsine Yilmaz diyar kir ku ji ber pevçûnan lawê wê jiyana xwe ji dest daye û wiha got:"Ez dixwazim girtî bigihêjin azadiya xwe. Ne heddê kesekî ye HDP'ê partiya me bigire. Zarokê di dergûşê de jî vê zilmê ferq dike. Heqaretan dibînin. Gelê kurd nayê tunekirin."   'Çima ziman û nasnameya me tên qedexekirin?'   Hamide Maykut da zanîn ku divê li ser qadê tecrîd bi dawî bibe û wiha got:"Ez di serî de Newroza Serokê me pîroz dikim. Bila tecrîda li her qadan bi dawî bibe. Canê dayikan êşiya. Çima ziman û nasnameya me tên qedexekirin? Em ziman û nasnameya xwe dixwazin. Dewletek û zimanekî herkesî heye. Çima yê me ziman û nasnameya me tê qedexekirin."   'Divê Rêberê me azad bibe'   Vesile Atsak bi gotina "Dema HDP'ê bigirin ew ê bi milyonan gel têxin ku derê" bertek nîşanî biryara girtina HDP'ê da û wiha domand:"HDP'ê bigirin ew ê partiyeke din bê vekirin. Êdî bes e. Gelê kurd tu carî dev ji mafên xwe bernadin. Em ê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin. Em tenê kurdek jî bimînin em ê azadiya ziman, nasname û rêberê xwe bixwazin. Bila êdî Rêberê me azad be."   'Gelê kurd nayê tunekirin'   Elîf Mantû jî wiha axivî:"Ez azadiya Rêber Apo dixwazim. Ez di serî de Newroza wî pîroz dikim. Bes e êdî ev ê heta ku derê bidome. Hûn çi ji me dixwazin, we bi salan em kuştin, we me avê zindanan, wiha kurd qediyan gelo? Em naqedin, em ji mafê xwe û ji jiyana xwe naqerin."