Li hemberî zilmkaran govend gerandin 2021-03-22 09:43:38     Rojda Aydin    ŞIRNEX - Li qada pîrozbahiyê li hemberî zilm û zordariyê Cizîrî sekna xwe yê berxwedêr carek din nîşan da. Cizîrî bi êş û xemên xwe herîkin qada Newrozê û li hemberî zilmkaran govend gerandin û hersa xwe bi tilîliyan anî ziman.    Newroza îsal li bajarên herêmê bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin" hat pîroz kirin. Di pêvajoya ku herî zêde binçavkirin, girtin, zext û zordariyê heyî de Newroz bi heybet hat pîrozkirin. Ji bo piştgirî dayîna grevên birçîbûnê ya ku 116 roj in didome, li dijî tecrîdê,  ji bo piştgirî dayîna Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), girtin û binçavkirinan, kurd di Newrozê de serî rakirin.    Newroza ku herî bi heyecan, coş û watedar jî li Cizîrê pêk hat. Di qadên pîrozbahiyê de Cizîrî daxwazên xwe anîn ziman û peyama domandina têkoşînê dan.    Welatiyên li Botanê dîsa mohra xwe li Newroza îsal xistin. Li navçeya Cizîra Şirnexê welatî bi rihê têkoşîna Newroza 1992’yan herikîn qada Newrozê. Coş û heyecan hêj serê sibehê xwe nîşan da. Di saetên serê sibehê de ji gundên derdora Cizîrê berê xwe cihê pîrozbahiyê. Welatiyên ku diherikin qada pîrozbahiyê ligel dorpêç û astengiyan qad vala nehiştin.    Welatî bi dirûşma “Bijî berxwedana zindanan”, “HDP gel e, gel li vir e” û “PKK gel e, gel li vir e” ketin qada Newrozê. Wekî her sal cil û bergên kurdewarî bû xemla qadê. Heta saetên nîvro welatî kom bi kom govend gerandin û stranên xwe gotin. Ji 7 salî bigire heta kesên 70 salî li qadê coşek û kelecanek mezin hebû. Cizîr wekî her demê carek din sekna xwe yê berxwedêr di Newroza 2021'an de nîşan da.    Welatiyên Cizîrê bi tilîlî, dirûşm, çepik û stranan daxwazên xwe anîn ziman. Li ser zimanê jinan dirûşma "Jin jiyan azadî" kêm nebû. Li dijî polîtîkayên şer ên taybet ên li hemberî jinan, binçavkirin û girtina jinan, kuştin, taciz û tecawizê re bi israr gotin "Jin jiyan azadî". Her wiha dîsa tişta ku li qadê kêm nebûyî silavên ku ji girtiyan re hat şandin bû. Bi dirûşmeyan dilsoziya xwe ya li hemberî çalakiya greva birçîbûnê anîn ziman.    Newroz roja berxwedan û serî rakirinê ye. Li qada pîrozbahiyê li hemberî zilm û zordariyê Cizîrî sekna xwe yê zelal carek din nîşan da. Bi êş û xemên xwe yên ku bi salan di dilê xwe de weşartibû, li hemberî zilmkaran govend gerand û hersa xwe bi tilîliyan anî ziman.    Her wiha her sal û her roj nifşên nû mezin dibin û di pîrozbahiyê de derket holê ku ev nifşên nû dê xwedî li mîrateya têkoşîn û berxwedanê derkevin. Wekî li her bajarên ku Newroz hatî pîrozkirin tevlîbûna ciwanan girîng bû. Ev tişt jî nîşan dide çi dibe bila bibe ciwan dê pêşeroja xwe ava bikin.   Di tevahiya pîrozbahiyên îsal yên bajaran de derket holê ku gel dê li hemberî êrişan tu carî bêdeng nabin. Bi rihê Rehşan û Semayan qadên Newrozê tijê kirin û gotin bêyî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan çaresî ne pêkan e.