Coşa Newroza ku li dijî êrişan bû bersiv 2021-03-22 09:08:39   Medya Uren    MÊRDÎN - Îsal cardin bi rihê salên 1992’yan Newroz hat pîrozkirin.  Li dijî gef, êrişên ku di demên  dawî de li ser vîna gel tê kirin qadên Newrozê bûn qadên serhildanê. Bi hezaran ciwan bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” herikîn qadan.   Piştî demek dirêj li Nisêbînê coşeke mezin a Newrozê xuliqî. Bi hezaran welatî qad tije kirin. Bi reng û coşa xwe bûn xemla Newrozê. Dirûşmên wan sînorên qadê derbas kirin û li hemû Nisêbînê digeriya. Rexmê astengiyan û şiyariyên polîsan bi yek dengî û bi hêz dirûşmên weke “Bijî Serok Apo” , “Ji Îmraliyê re Sed Slav”, “HDP e Gel e Gel Li Vir e” dihatin berzkirin.   Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi wesîleya cejna Newrozê di 21’ê Adarê de li Nisêbîn û Qoserê pîrozbahî li dar xist. Ji bo pîrozbahiyê hîna di serê meha adarê de amadekarî hatibûn destpêkirin. Her roj rêxistina HDP’ê di nava gel de geriyan û wan vexwendin Newrozê. Lewra ji roja amedekariyan heta roja Newrozê girseya polîsan astengî derxistin. Bi taybet jî ji bo agirê ku bi şev dihat pêxistin ceza ji ciwanan re dihat birîn. Rexmê hemû astengiyan û gefan qad tije bû û bernameyeke têr û tije hat çêkirin.    Nisêbîn û Qoser bûn bersivek mezin   Bi meşaleya serhildanê ya ku weke mîrateya Kawayê Hesinkar ji gelê kurd re maye îro bi layîqî li qadan tê rakirin. Ji ber ku gel li hember hemû bê mafiyan hêzekê nîşan didin. Tenê di demên dawî de tecrîd, biryara girtina HDP’ê, qedexekirina siyasetê ya li ser sîyasetmedarên kurd û betalkirina Peymana Stenbolê hatin jiyîn ku rêvenebirina îqtidar û qeyrana aborî jî yek ji wan e. Gel duh hêrsa xwe ya li dijî van yekan nîşan da, bêhntengiya xwe li dijî sîstemê diyar kirin. Nisêbîn û Qoser di Newrozê de bûn bersiva gelek tiştan.   Alên TJA’yê hatin desteserkirin   Ji demjimêrên şefeqê ve gel ji du aliyan ve qad dagirtin. Bi hezaran li ber deriyan bûn rêz. Yek ji xalên herî girîng jî alên Tevgera Jinên Azad (TJA) ji aliyê polîsan ve hat desteserkirin. Weke ku piştî betalkirina Peymana Stenbolê rengê xemrî ji qadê dûr bixin. Li Qoserê jî ji ber rengên keske, sor, zer 2 ciwan hatibûn binçavkirin.   Ji her kesî re Newroz bû hêz   Hunermend û parlamenter dor bi dor, li ser dikê cihê xwe girtin. Di axaftina hemû beşdarvanan de gel coşek mezin nîşan da. Bi taybet jî coşa gel hêz dida beşdarvanan. Heta demjimêrên dereng qad bi dirûşman dilerizî û govend dihat gerandin. Ber bi dawiyê ve li Qoserê bi hezaran ciwan ketin kolanan. Dirûşm berz dikirin. Lewra polis jî ji hêza wan pişt ve vekişiyan. Rexê astengiyan jî ciwan meşiyan.   Di Newrozê de ciwanan bi taybetî bal kişandin ser HDP’ê û tecrîdê. Heta dawî jî ji bo vê yeke dirûşm hatin berzkirin.