‘Tecrîd girtiyên nexweş dikuje’ 2021-03-22 09:04:36     STENBOL - Ji MATUHAY-DER'ê Sebat Karul diyar kir ku Plana Çalakiya Mafên Mirovan û Reforma desthilatdariyê girtiyên nexweş nahewîne û got: “Reform bê kirin jî li welat tiştek wê neguhere. Ji ber der barê girtiyên nexweş de tiştekî erênî pêk nayê. Tecrîd dikuje û ev tecrîd dema li ser girtiyên nexweş pêk tê mirin leztir dibin.”   Di rojen borî de ji aliyê hikûmeta AKP-MHP’ê ve Planê Çalakiya Mafên Mirovan li ser 9 armancan hat amadekirin û bi raya giştî re hat parvekirin. Di raporê de pir zêde gotina ‘mafên mirovan, kontrol û rapor’ derbas dibin lê der barê girtiyên nexweş de armancek tune ye. Li gorî serlêdanên tên Komeleya Piştevaniya Malbatên Girtiyên Marmarayê (MATUHAY-DER), di serî de li girtîgehên Gebze û Bakirkoyê bi giştî li girtîgehan 74 girtiyên nexweşê giran hene. her çiqas daneyên ÎHD û MATUHAY-DER’ê bi wezareta dadê re bên parvekirin jî der barê rewşa girtiyan de hîna tiştek nehatiye kirin.   Girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin   Her hefte rojên şemiyê Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê û Însiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş bi armanca balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş daxuyaniyê didin. Hefteya borî roja şemiyê înfiyatîfa Azadiya Girtiyên Nexweş daxuyanî dan û diyar kirin ku girtiyê bi navê Hayrettîn Yilmaz ê nexweşe giran jî nava girtiyan de ye û daxwaza berdana wî hatibû kirin. Lê rojek şûnde Hayrettîn Yilmaz ê li girtîgeha Afyonkarahîsarê bû jiyana xwe ji dest da. li gorî daneyên ÎHD’ê ji serê sala 2020’an heta meha mijdarê 49 girtiyî jiyana xwe ji dest dane.   Bi pandemiyê re binpêkirina mafan giran bû û şertên tecrîdê jî zêde bûn. Girtiyan bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe di 27’ê Mijdara 2020’an de dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kiribûn. Berxwedana li girtîgehan didome. Ji MATUHAY-DER’ê Sebat Karul da zanîn ku sedema girtî jiyana xwe ji dest didin binpêkirin û tecrîda li girtîgehan e.   ‘Di ser 8 hezarî re girtiyên nexweş hene’   Sebatê bi lêv kir ku di ser 800 hezarî de girtiyên nexweş hene û ji 500’î jî zêde girtiyên jinin û wiha got: “Li herêma Marmarayê jî 36 jin û 38 mêr bi giştî 200 girtiyên nexweş hene. Tu daneyeke wezaretê der barê girtiyên nexweş de tune.Her tim helwesteke ku taloq dike heye. Bi hevkariya parêzeran dane digihêjin wezaretê lê encamek nayê girtin. Parlamenter dibin meclîsê. MATUHAY-DER û ÎHD daneyên hevpar digirin. Bi rayagiştî re parve dikin.”   ‘Ji ber nayên tahliyekirin jiyana xwe ji dest didin’   Sebatê bi lêv kir ku şertên girtîgehê gelek xerabin û wiha pê de çû: “Girtî ji mafên tenduristiyê fêdeyê nagirin. Di pandamiyê de dema bibin nexweşxanê jî 15 rojan di karantînayê de tên girtin. Girtiyên nikarin li xwe binêrin rewşa wan giran dibe. Di dema nêz de 3 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dan. Hayrettîn Yilmaz jî jiyana  xwe ji dest da. Tevî rapora Tipa Edlî nehat tahliyekirin. Girtî di şertên giran de dijîn. Girtiya bi navê Tenzîle Acar ya li girtîgeha Bakirkoyê ye jî  em ji rewşa wê bi fikar in. Di demek nêz de teşîsa Hepatît B danîn. Dermankirina wê jî nayê kirin. Surreya Bulut jî nexweşa jana zirav e .Rewşa wê cidî ye.”   ‘Ji bilî grevê rêbazê nahêlin’   Sebatê pakata qanûna înfaza dawî bi bîr xist û got hêviya tahliyekirina girtiya ketiye û ev rewş jî girtiyan di alî psîkolojîk de dide zorê û wiha pê de çû: “Tecrîd bû îşkenca sîstematîk. Ev mantik dijmirovahiye. Binpêkirina mafan zêde dibe. Grevên birçîbûnê jî li dijî binpêkirin û tecrîdê tê kirin. Ji bilî grevê rêyek din ji girtiyan re nahêlin. Divê girtiyên nexweş demildest bên tahliyekirin. Ger neyên tahliyekirin wê hîna jî tabut ji girtîgehan derkevin. Li girtîgeha Gebzeyê 9 girtî bi vîrusê ketin.”   ‘Reform biguherin jî helwesta li hember girtiyan naguhere’   Sebatê bi lêv kir ku edelet ji bo her kesî ye û balkişand ser gotinên reformê û Plana Çalakiya Lezgîn a Mafên Mirovan û wiha berdewam kir: “Em dema dibêjin edelet, em behsa edeletek bi rumet dikir. Ger pakêta reformê hebe ji bo hemû kesî divê hbe. Lê mixabin qels dimîne û li hember girtiyên nexweş helwest nabiguhere. Girtî nexweşin û dema mirov nebin dengê wan dimirin. Ji bilî dengderxistinê wêdetir alternatîfek tune ye. Pir zelal e, tecrîd dikuje. Divê em ji ber vê zêdetir dengê xwe li hemberî tecrîdê bilind bikin.”