Ji welatiyên Îzmîrê piştgiriya HDP’ê: Ev tê wateya tunekirina îradeyê 2021-03-22 09:02:29     ÎZMÎR - Jinan bertek nîşanê doza girtinê ya li HDP’ê hatiye vekirin dan û gotin ew hînê girtina partiyan bûne û got yek here wê hezar bên.   Ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dadgeriyê ve bi daxwaza girtina HDP’ê îdianame hat amadekirin û şand Dadgeha Destura Bingehîn. Bi vê re doz hat vekirin û der barê 658 siyasetmedarên HDP’ê de qedexeya siyasî hat xwestin û her wiha parlamenteriya parlamenterê Kocaeliyê yê HDP’ê Omer Faruk Gergeroglu jî hat xistin. Bertekên li dijî vê didomin.   Jinên Îzmîrê bertek nîşanê rewşê dan.   ‘Armanc hilbijartinê qezenc bikin’   Canan Dal ya teqawît:Li welatekî demokrasî hebe divê pêvajoyek wisa tunebe. Ev bi armaca pêvajoya hilbijartinê tê kirin. Armaca wan ev e ku hilbijartinê qezenc bikin. Lê behsa demokrasiyê nikare bê kirin. Ev polîtîka çewisandinê ye, împaratoriya tirsê ye.   ‘Divê her kes azad fikrên xwe bêje’   Kedkara malê Sebahat Ozum: Divê tu partiyeke siyasî neyê girtin. Divê her kes bi awayekî azad fikra xwe bêje. Divê jiyanek mirovane hebe û azadî ji destên me neyên girtin. Em li welatekî demokratîk dijîn. Lê her tim partî tên girtin. Yek tê girtin yek vedibe. Ez li dijî vê me.   ‘Tunehesibandina îradeyê ye’   Xwendekar Nalan Yilmazarslan: Gel ev mirov hilbijart. Ev hewildina ji bo girtina HDP'ê nayê qebûlkirin. Ev tê wateya tunekirina îradeya gel. Li vî welatî demokrasî tune ye. Ev welat bi dijhiqûqiyan tije ye. HDP li pêş wan bûye asteng. Omer Faruk Gergerlioglu hemû dijhiqûqî dianî ziman. Mafê her kesî diparast. Ji ber vê parlamenteriya wî hat xistin. Hemû kesên li hember xwe ji derve dihêlin. 6 mîlyon mirov dengan dide HDP’ê. HDP partiyeke mezin e. Ji ber vê jî ketin nava amadekariya hilbijartinê.   ‘Demokrasiya qaşo, muxalefeta qaşo’   Xwendekar Sevda Onat: Ev demek dirêj bû ji bo vê zemîn ava dikirin. Parlamenteriya Leyla Guven û Musa Farîsogullari hat xistin. Tişta ku Gergerlioglu jî kir pir watedar bû. Ji meclîsê derneket û rojev afirand. Meclîs jî tu wateya wê nemaye. Karê wan yê sembolîk heye. Ji bo me girtina partiyê zêde tiştekî îfade nake. DBP hebû HADEP hebû. Ev hatin girtin lê hîn bêtir xurt vebûn.   ‘Divê bi hilbijartinê bên bi hilbijartinê biçin’   Endezyar Şeyma Cengîz:Ger ku partiyek bi hilbijartinê dikeve meclîsê divê çûyîna wê jî bi gel be. Ez der barê siyasetê de zêde ne xwedî agahî bim jî ji aliyê dadgeriyê ve girtina partiyekê bêdadî ye.   ‘Yek here wê hezar were’   Karker Elîf Turgay Altun: Ev darbeyeke li îradeya gel hatiye xistinê ye. Li vî welatî parlamenter jî êdî xwe azad hîs nakin û xwe azad nikarin îfade bikin. Mixabin ev ne ya ewil e, wê ne ya dawî be jî. Bi girtina partiyê nikarin fikra bi mîlyonan kesî biguherin. Yek here wê hezar bê.