'Nûjiyan Erhan bû dengê êş û jiyana me' 2021-03-22 09:01:33   Evîn Zenda-Nesrîn Hisên   ŞENGAL - Ji ser qetilkirina Rojnameger Nûjiyan Erhan a dema nûçe dişopand 4 sal derbas bûn. Nafîye Mêşo ya bi Nûjiyan Erhan re jiyaye bal kişand ser têkoşîna wê û wiha got:"Heval Nûjiyan bû dengê êş û jiyana me. Hevaleke pir hêja bû û li dû heqîqetê bû."   Rojnameger Nûjiyan Erhan (Tuba Akyilmaz), li Xanesora Şengalê dema nûçe dişopand hat qetilkirin. Di 3'yê Adara 2017'an de hêzên Partiya Demokratîk a Kurdistanê (KDP) êrişî Rojnameger Nûjiyan Erhan kir û Nûjiyan ji serê xwe bi giranî birîndar bû. Nûjiyan di 22'yê Adara 2017'an de li Nexweşxaneya Hasekê Piştî têkoşîna xwe ya jiyanê ya 17 rojan jiyana xwe ji dest da. Nafîye Mêşo ya bi Nûjiyan Erhan re maye behsa wê kir.   'Nûjiyan Erhan bû dengê êş û jiyana me'   Nafîyeyê bal kişand ser keda Nûjiyanê û wiha got:"Di serî de em şehîdên 74 fermanan bi bîr tînin û bejna xwe li ber wan ditewînin. Şehidên azadiyê yên ku li ber gel û axa xwe canê xwe dane ez hemûyan bi bîr tînim. Weke tê zanîn di 3’yê Adara 2017’an de bi erîşa PDK û hevalbendên wê 10 hevalên me şehîd ketin. Yek ji wan jî hevala me Nûjiyan Erhan bû. Bi rastî jî heval Nûjiyan kedek mezin li ber me jinên Êzidî da. Nûjiyan Erhan bû dengê êş û jiyana me. Hevalek pir hêja bû lê mixabin bi destên xiyanetkaran şehîd ket."   'Nûjiyan dengê me gihand cîhanê'   Heval Nûjiyan di sala fermanê de hate Şengalê. Armanca wê ew bû ku dengê civak û jinên Êzidî bigihîne hemû cîhanê. Pir hêja û xwîngerm bû. Gelek dilnizm bû loma cihê xwe di nav dilê jin, dayik û civaka Ezidî de girt. Diçû gel hemû jin û dayikan, her jin û dayikên ku li hemberî êş û neheqiyan dihat xwe digihande wan û dibû dengê jinan. Ji bo bibe dengê jinên Êzidî xwe gihand Şengalê û dengê me ragihand cîhanê. Di Şengalê de berxwedanke mezin da û di heman demê de jî bi keda xwe ya mezin li Şengalê cih girt. Em ji bo rêheval Nûjiyan  çi bêjin hîn kem dimîne. Em nikarin bi gotinan rastî û têkoşîna wê bînin ziman. Îro keç û xortên me di ragihandina me de cîh digirin. Yê zarokên me anî vê astê û zarokên me bûn dengê me keda rêheval Nûjiyan bû. Heval Nûjiyan li gel rojnamegeriyê di her aliyê jiyanê de jî cihe xwe digirt. Heval Nûjiyan bû rêhevala jinên Êzidî ne tenê vê rojê em her tim heval Nûjiyan bi bîr tînin û tu carê em keda wê û hevaltiya wê ya ji bo jinê ji bîr nakin. Em dubare dibêjin ku serê malbat, gel û hevalên we sax be. Em tu carî van hevalên me yên kû bi xiyanête şehîd ketine ji bîr nakin."