ROJEVA 22'YÊ ADARA 2021'Ê 2021-03-22 09:00:00     *Ji ser qetilkirina Rojnameger Nûjiyan Erhan a dema nûçe dişopand 4 sal derbas bûn. Nafîye Mêşo ya bi Nûjiyan Erhan re jiyaye bal kişand ser têkoşîna wê û wiha got:"Heval Nûjiyan bû dengê êş û jiyana me. Heveleke pir hêja bû û li dû heqîqetê bû."   *Jinan bertek nîşanê doza girtinê ya li HDP’ê hatiye vekirin dan û gotin ew hînê girtina partiyan bûne û got yek here wê hezar bên. BI DÎMEN   *Ji Partiya Çep a Kesk Serpîl Ateş, bang li Ewropaya ku li dijî doza girtina HDP’ê tenê got ‘em bi fikar in’ kir û got pêngava şênber bavêje. BI DÎMEN   *Ji MATUHAY-DER'ê Sebat Karul diyar kir ku Plana Çalakiya Mafên Mirovan û Reforma desthilatdariyê girtiyên nexweş nahewîne û got: “Reform bê kirin jî li welat tiştek wê neguhere. Ji ber der barê girtiyên nexweş de tiştekî erênî pêk nayê. Tecrîd dikuje û ev tecrîd dema li ser girtiyên nexweş pêk tê mirin leztir dibin.”   *Bi armanca şîdeta li ser jinê bê lêkolînkirin komîsyona lêkolînê li Lijneya Giştî ya Meclîsê hat qebûlkirin. Parêzer Pinar Arpaci da zanîn komîsyon bi yek xebateke ku bike dikare pirsgirêka şîdetê çareser bike û got: “Divê mêrtiya ku pergala Patrîarkal afirandiye, bê hilweşandin û di asta wekheviyê de ji nû ve bê avakirin.”   *Gelê kurd di vê Newroza 2021’an de da nîşandan ku li hember van êrîşan bêdeng namîne. Gelê kurd careke din li qadên Newrozê bi rihê Rehşan û Semayan ji tevahiya cîhanê re ragihand ku jiyaneke bêyî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ne pêkan e. ÇAVDÊRÎ / DÎMEN HEYE   *Îsal cardin bi rihê salên 1992’yan Newroz hat pîrozkirin.  Li dijî gef, êrişên ku di demên  dawî de li ser vîna gel tê kirin qadên Newrozê bûn qadên serhildanê. Bi hezaran ciwan bi dirûşmên “Bijî Serok Apo” herikîn qadan. ÇAVDÊRÎ / DÎMEN HEYE