Di Newrozê de Sêrtiyan ji Ocalan re azadî xwest 2021-03-21 17:54:58   SÊRT - Bi hezaran kes li Sêrtê bi coşek mezin Newroza xwe pîroz kir û wekî her sal jinan bi cil û bergên xwe qada pîrozbahiyê xemilandin. Parlamenter a HDP'ê Meral Daniş Beştaş axivî û got: "Em tecrîdê nas nakin û qebûl nakin. Yê ew ê aştiyê bîne Tirkiyeyê Ocalan e."   Li Sêrtê, Newroz bi dirûşma “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” li Taxa Aştiyê hat lidarxistin. Wekî her welatî bi cil û bergên xwe yên kurdewarî tevlî pîrozbahiyê bûn. Bi hezaran kesên qada Newrozê tije kirin, li ber stranan guvend gerandin û bi berzkirina dirûşmeyan doza girtina HDP’ê şermezar kirin.    Li qada pîrozbahiyê dirûşmên wekê “Bijî Serok Apo”, “Bê serok jiyan nabe”, “Jin jiyan azadî” û “Bijî berxwedana zindanan” hatin berzkirin. Piştî ku komên muzîkê derketin ser dikê coş û heyecana welatiyan derket asta herî jor.    Axaftina vekirinê ji hêla hevserokê Sêrtê Yusuf Batur ve hat kirin û agirê Newrozê jî ji hêla parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş û hevseroka HDP'ê ya Sêrtê Belkiza Beştaş Epozdemîr ve hat pêxistin. Dema pêxistina agirê Newrozê de girsê yek carî dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kirin.   'Îktidar ditirse'   Meral Daniş Beştaş wiha got:"Îktidar û MHP di demên dawî de her tim êrişî HDP'ê dikin. Em bi ser bikevin kes nikare destên xwe bide gel. Îktidar ditirse. Çimkî çiqas dem derbas dibe dengên wan jî dihelin. Ew dizanin ew ê biçin. Bi tayinkirina qeyûman jî îradeya gel hedef tê girtin."    'Yê ew ê aştiyê bîne Tirkiyeyê Ocalan e'   Meralê bal kişand ser grevên birçîbûnê û wiha got:"Em tecrîdê nas nakin û qebûl nakin. Yê ew ê aştiyê bîne Tirkiyeyê Ocalan e. Ji bo grevên birçîbûnê bi dawî bibin divê deriyê Îmraliyê bên vekirin. Em yek tenê jî bimînin em ê li berxwe bidin. Nehiştin Omer Faruk Gergerlioglu nimêja xwe jî bike. Cîhan îktidara AKP-MHP'ê faşîst dibîne. Ew dijminê kurd û gel in."    Piştre Dayikên Aştiyê derketin ser dikê û kevokên aştiyê firandin.    Pîrozbahî bi stranên Hîvrok û gerandina govendê bi dawî bû.