Li Çukurovayê di Newrozê de banga mezinkirina têkoşînê hat kirin 2021-03-21 17:18:11   EDENE / HATAY - Li Edene û Hatayê bi deh hezaran kes ji bo pîrozbahiya Newrozê civiyan û banga mezinkirina têkoşînê dan.    Li Edene û Hatayê Bi pêşengiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin" Newroz hat pîrozkirin. Hêj serê sibehê welatiyên Edene û Hatayê li qadên pîrozbahiyê li hev civiyan û dest bi pîrozbahiyê kirin.    Li Edeneyê dirûşmên wekî "Bê Serok jiyan nabe", "Biji Sêrok Apo" û "Biji berxwedana Îmraliyê" hat berzkirin. Her wiha di pîrozbahiyê de ji bo HDP'ê jî dirûşmên wekî "HDP gel e, gel li vir e" û “Bijî berxwedana HDP'ê” hat berzkirin. Welatî li ber muzîkê govend gerandin û Newroza xwe bi coşek mezin pîroz kirin.   Her wiha li Hatayê jî bi heman dirûşmê girse li ber agirê Newrozê kom bûn û bi dirûşmên xwe Newroz pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de axaftvanan li ser mijarên wekî tecrîd, grevên birçîbûnê û doza girtina HDP'ê rawestiyan û banga bilindkirina têkoşînê dan. Piştî gerandina govendê pîrozbahî hat bi dawîkirin.