Li Dîlokê pîrozbahiya Newrozê bi dawî bû 2021-03-21 16:45:04   DÎLOK - Li Dîlokê Newroz bi coşek mezin hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyê de doza girtina HDP'ê û tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat şermezarkirin.    Li Dîlokê pîrozahiya Newrozê li navçeya Şehîtkamîl li qada Otobusên Tûrê pêk hat. Beriya destpêkirina bernameyê qada Newrozê têj bû. Bi hezaran kesên ku li qada Newrozê kom bûne, dirûşmeyên “azadî” , “Bijî berxwedana zindana” û “HDP gel e gel li vir e” berz kirin. Qada Newrozê bi alên HDP’ê hatiye xemilandin û bi kurtî û tirkî pankarta “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser kevin” hatiye vekirin. Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, parlamenterê dîlokê Mahmut Togrul, Endamên Dayikên Aştiyê û nûnerên saziyên sivîl ên bajêr tevlî pîrozbahiyê bûn.    Ebrû Gunay di pîrozbahiyê de bal kişand ser polîtîkayên îqtîdarê û wiha got: "Îqtîdar êrîşê destkeftiyên gel dike. Êrişê Peymana Stenbolê kir. Lê divê bizanin ku gotinên jinên berxwedêr hene. Em jin dê li her qadê piştevaniya xwe xurt bikin, têkoşîna xwe mezin bikin û xwedî li Peymana Stenbolê derkevin. Her wiha her roja ku derbas dibe li hemberî Abdullah Ocalan tecrîd tê girankirin. Niha li girtîgehan bi hezaran hevalên me di greva birçîbûnê de ne. Divê daxwazên wan bên qebûlkirin û tecrîd bê bidawîkirin. Her kes dizane ku navnîşana azadî û aştiyê Birêz Abdullah Ocalan e. Her wiha girtina HDP'ê jî nayê qebûl kirin. HDP, gel e û HDP azadî ye."   Parlamenter Mahmut Togrul jî diyar kir ku ne çok danîn berxwedan heye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Niha xizanî, birçîbûn, xwekuştin û kuştinê jinan hene. Lê tenê rojeveke îqtîdarê heye û ew jî HDP ye.  Lê divê bê zanîn ku dê têkoşîn bidome."     Pîrozbahî bi stranên Metîn Kemal Kahraman bi dawî bû.