Pîrozbahiya Newrozê ya li Rihayê bi dawî bû 2021-03-21 16:43:44   RIHA - Pîrozbahiya Newrozê ya li Rihayê bi govend û dirûşmeyan bi dawî bû.   Bi pêşengiya HDP'ê bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê serî hildin azad bibin" li Rihayê bi beşdariya bi hezaran kesî Newroz hat pîrozkirin. bi govend, tilîlî, def û zirne û dirûşman Newroz hat pîrozkirin.    Bi stranên Koma Muzikê ya Dicle Firat û Nuray Balik agirê Newrozê hat vêxistin.    Bi gerandina govendê ya li dora agirê Newrozê pîrozbahiya Newrozê bi dawî bû.