Li Elihê bi deh hezaran kes li dijî tecrîdê bûn dengek 2021-03-21 16:37:23   ÊLIH - Di pîrozbahiyên Newroza bi hezaran kes beşdar bûn de peyama ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat dayin. Her wiha hat gotin ew ê ji Peymana Stenbolê gav paşde neyê avêtin.    Li Êlihê jî bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê serî hildin azad bibin" Newroz hat pîrozkirin. Parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca, Parlamenterên HDP'ê yê Êlihê Ruştu Tiryakî, Necdet Îpekyuz, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, Hevserokên DBP û HDP'ê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, MEBYA-DER, TUAY-DER, Saziyên Civaka Sîvîl, CHP, Serokatiya Partiya Saadetê ya Sasonê, partiyên tifaqê û bi sedhezaran kes beşdar bûn.    Newroza ku Her sa li hemû bajarên Kurdistanê bi coş tê pîrozkirin vê salê li Êlihê jî bi dirûşma "Em ê bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û azad bibin" tê pîrozkirin. Ji bo Newroza ku wê parlamentera HDP'ê ya Êlihê Feleknas Uca û hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk jî tevli bibe bi hezaran kes diherikin qadê. Li qada ku bi bariyerên polîsan hat dorpêçkirin pankartên bi nivîsa "Newroz serhildana mezin a jinan e", " HDP gel e gel li vir e" hatin daliqandin û dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bijî berxwedana zindanan" hatin berzkirin.    Li ser navê Komîteya Tertîpê ya Newrozê Hevserokê HDP'ê yê Êlihê Omer Kulpu Neworza girtiyan pîroz kir û got ew ê tu kes nikaribe bi gel çongê bide tewandin.    Komîteya Tertîpê, Dayikên Aştiyê û nûnerên hatibûn qadê kevok bi hewa xistin û agirê Newrozê vêxistin.    Dayika Aştiyê Muhlise Hinar da zanîn ew aştiyê dixwazin û daxwaz dike hemû jin piştigiriyê bidin wan û got encax dayik bikaribin şer bidin sekinandin.    Piştre Feleknas Ûca axaftin kir. Feleknasê da zanîn ku tevî hemû astengiyan ew sekna gel pîroz dike û got ew silavan ji girtiyên azadiyê û îmraliyê re dişîne. Feleknasê bal kişand ser hewildanên girtina HDP'ê û xistina parlamenteriya Omer Faruk Gergerlioglu û got li dijî hewildana girtina HDP'ê û xistina parlamenteriya Omer Faruk Gergerligolu ew ê têkoşîna bi hezaran bidome.    'Em ê xwedî li Peymana Stenbolê derkevin'   Feleknasê bal kişand ser Peymana Stenbolê û wiha got:"Feshkirina peymanê piştigiriya kujeran dike. Em ê li peymanê xwedî derkevin."   'Bila CPT rola xwe bilîze'   Feleknasê bal kişand ser tecrîdê û wiha got:"Li Îmraliyê ev demeke dirêj e tecrîd didome. Bila CPT rola xwe bilîze. Em ê li dijî vê berxwedana xwe mezin bikin."   'Ocalan îradeya vî gelî ye'   Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha got:"Em silavê dişînin girtiyên di greva birçîbûnê de û li dijî tecrîdê disekinin. Ocalan îradeya vî gelî ye. Heta tecrîd bi dawî bibe ew ê serîhildan bidome."   Mîting bi dirûşma “Biji Sêrok Apo” bi dawî bû.