Li Mexmurê Çalakiya greva birçîbûnê di roja 94’an de didome 2021-03-21 16:16:02     MEXMUR - Li wargeha Mexmurê di 18’ê Kanûnê de bi pêşengiya Meclisa Îştar ji bo tevlîbûna pêngava ‘Dem Dema Azadiye’ û li dijî tecrîdê li saziya malbatên Şehîdan çalakiya gireva birçîbûnê hat dest pê kirin. Çalakiya gireva birçîbûnê bi koma 47’an di roja 94’an de berdewam dike.    Girtiyên li zîndanên Tirkiyê û herêmê ji bo şikandina tecrîda li Îmralî û şemezarkirina zextên li girtîgehan di 27’ê Mijdara 2020’an de dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin. Li wargeha Şehîd Rustem Cudî (Mexmur) jî piştgiriya girtiyên zîndanan û tevlîbûna pêngava ‘Dem Dema Azadiye’  di 18’ê Kanûnê de ji aliyê Meclisa Îştar ve li saziya malbatên Şehîdan çalakiya gireva birçîbûnê hat destpêkirin. Çalakiya gireva birçîbûnê bi koma 47’an di roja 94’an de berdewam dike. Çalakiya gireva birçîbûnê her roj ji aliyê gel ve bi awayek girseyî tê ziyaretkirin û gel bi sitran û helbestên xwe moralekî mezin dide çalakvanan. Her wiha dem dem tendirûstiya çalakvanan ji aliyê saziya tendirûstiyê ve tê çavdêrkirin.”   Li ser navê koma gel Hacer Tok di destpêka axaftina xwe de Newroza 2021’an li gelê kurd pîroz kir  û wiha axivî: “ Di destpekê de em Newroza sala 2021’ê li Rêber Apo, gerillayên serê çiya û tevahî girtiyên azadiyê pîroz dikin. Dijmina hov hemû tişt kir ji bo  Gelê Kurd newroza xwe pîroz neke, lê em wekî Gelê Kurd bi heybetêk pir cûda pîroz dikin. Di dawî ez dîsa Newrozê li Rêber Apo pîroz dikim.”    Li ser navê koma çalakiyê jî Baran Şirnexî destpêkê xêrhatina gelê wargehê kir û wiha got: “Em di serî de xêrhatina we dikin. Newroza sala 2021’ê li Rêber Apo pîroz dikin. Bihara tevahî rojhilata navin li Rêber Apo pîroz dikin.  Dijmin serkeftina gelê kurd  qebûl nekir û  xwestin li ser navê Rêber Apo morala tavhî gel xira bikin. Lê Gelê Kurd her tim li pey Rêbertiya xwe ye bivê hêzê Newroza 2021’ê bi çoşek mezin pîroz kir. Ez li ser navê komê Newrozê li Rêber Apo û tevahî Gelê Kurd pîroz dikim. Bijî serok Apo , Newroz li Rêber Apo Pîroz Be.”