Salîha Aydenîz ji Wanê banga qebûlkirina daxwazên girtiyan kir 2021-03-21 16:07:13   WAN - Di pîrozbahiya Wanê de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî û wiha bal kişand ser tecrîdê: "Tecrîda ku li hemberî Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin li her qadên jiyanê tê meşandin. Tecrîd tê wateya israrkirina polîtîkayên şer. Tecrîd tê wateya tunehesibandina gel. Em carek din dibêjin dawî li tecrîdê bînin."    Newroza li Wanê ya bi heybet bi coş û heyecanek mezin didome. Welatiyên Wanê serê sibehê kom bi kom meşiyan qada Newrozê. Newroz bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin" tê pîrozkirin. Jinên ku bi cil û bergên xwe tevlî pîrozbahiyê bûn qada Newrozê xemilandin. Coş û heyecana li Wanê derket asta herî jor. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz di pîrozbahiyê de axivî.   Salîha, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya Newrozê û got: "Newroz berxwedan e. Li dijî Dehakan pêxistina agirê azadiyê ye. Mazlûm Dogan jî bi 3 darikên niftikê mîrateya Kawa domand. Li Sûrên Amedê Zekiye, li Îzmîrê Rahşan, Li Almanyayê Rohanî, Bêrîvan û li Çanakkaleyê jî Sema Yuce ye."   Salîha, da zanîn ku îro li Tirkiyeyê tecrîdek heye û wiha axivî: "Tecrîda ku li hemberî Birêz Abdullah Ocalan tê meşandin li her qadên jiyanê tê meşandin. Tecrîd tê wateya israrkirina polîtîkayên şer. Tecrîd tê wateya tunehesibandina gel. Ji ber vê jî divê tecrîd demildest bê rakirin. Di sala 2013-2015'an de bi saya fikrê Birêz Abdullah Ocalan civak behnek girt. Civak li benda aştiyê ye. Birêz Abdullah Ocalan li hemberî pergala îşkenceyê ya Îmraliyê li ber xwe dide. Ji ber vê jî em dibêjin tecrîdê bi dawî bikin. Muhatabê aştiyê Îmrali ye. Daxwazên girtiyên ku di greva birçîbûnê de nin daxwezên me hemûyan e. Li girtîgehan binpêkiran mafan heye, lêgerîna bi tazî heye û tecrid heye."   Salîha, di axaftina xwe de bal kişand ser destkeftiyên jinan û wiha bang kir: "Em nahêlin ku îqtîdar dest bide destkeftiyên jinan. Em nahêlin ku dest bidin pergala hevserokatiyê û temsîliyeta wekhev. Îqtîdar Peymana Stenbolê şev nîvê şevê betal kir. Jin çawa duh xwedî peymanê derketin dê îro jî xwedî li peymanê derkevin."    Salîha, destnîşan kir ku niha jî dixwazin HDP'ê bigirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Îro bila li qadên Amed, Cizrê binêrin. HDP ji 4 dîwaran pêk nayê. HDP fikreke û xwediyê wî jî Birêz Ocalan e. Niha ji bo 687 kesan biryara qedexeya siyasetê hatiye dayîn. Ji sala 2009’an heta niha bi hezaran hevalên me di encama operasyonên siyasî de hatin girtin." Salîha, di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya yekitiya neteweyî.    Piştî axaftina Salîhayê Koma Vardiya derket ser dikê. Pîrozbahiya bi coş didome.