Kemal Kurkut li ser gora xwe hat bîranîn 2021-03-21 15:58:43       MELETÊ - Kemal Kurkut ê ku di Newroza Amedê de hat qetilkirin li ser gora xwe hat bîranîn. Sincan Kurkut bi zêmaran kevirê ser gora lawê xwe maç kir.    Kemal Kurkut ê di Newroza 2017’an a Amedê de ji aliyê polîsan ve hat qetilkirin, di 4'emîn salvegera xwe de li ser gora xwe hat bîranîn.  Li ser Goristana Toptaşê ya Betalxazî ya Meletê Kemal Kurkut hat bîranîn. MEBYA DER, HDP, Rêveberên HDP'ê yên Meletê, gelek kes beşdar bûn. Sincan Kurkut bi zêmarên kurdî kevirê ser gora lawê xwe maç kir.    Sincanê da zanîn ku ev çar sal in hêsirên çavên wê zuha nebûne û wiha got:"Tu bê guneh bû çima dest dirêjî te kirin? Bû çar sal, 44 sal jî derbas bibe ez ê te ji bîr nekim."