Geverê got 'HDP gel e' 2021-03-21 15:35:11     COLEMÊRG - Li Geverê bi tevlibûna gelek kesên ku piraniya wan ciwan Newroz bi girseyî hat pîrozkirin. Girseyê bi dirûşma,"HDP gel e gel li vir e" bertek nîşanî girtina HDP'ê da.   Li navçeya Gever a Colemêrgê bi tevlibûna bi hezaran kesî Newroz hat pîrozkirin. Ji bo pîrozbahiya ku li Stadyûma Yenîşehirê pêk hat bi hezaran kes herikîn qadê. Di tevlibûnê de zêdebûna ciwanan bal kişand. Ciwanên ku bi alên HDP'ê ketin qadê dirûşmên "Em li cem Gergerlîoglu ne", "Bijî berxwedana zindanan" û "HDP gel e gel li vir e" berz kirin.   Kesên tevli pîrozbahiyê bûn cil û bergên netweyî li xwe kiribûn û bi govendê dest bi pîrozbahiyê kirin.    Di destpêka pîrozbahiyê de Hevşaredara Sîlopiyê Adalet Fîdan, axivî, kesên tevli pîrozbahiyê bûn silav kirin û got ku ew dixwazin Cejna Newrozê ji gelan re aştiyê bîne.    'Ocalan rêberekî polîtîk e'   Piştî Adaletê parlamenter Saît Dede axivî û got, "Newroz ji me re ji Kawayan maye û cejna berxwedanê ye. Gelê me bi hêza ku ji me Newrozê digire li hember faşîzmê li ber xwe dide. Heta ku pirsgirêka Gelê Kurd neyê çareser kirin, wê aramî û demokrasî neyê Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê. Ev jî wê bi Birêz Ocalan pêkan be. Muxatabê pirsgirêka Kurd Birêz Ocalan e. Ocalan rêberekî polîtk e. Rêhevalên me bi rojane, li zindanan li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne. Daxwazên wan daxwazên me ne. Divê daxwazên wan tavilê bên qebûlkirin.”    Piştî axaftinan coşa girseyê dewam kir û her tim dirûşmên “Bi berxwedanê em ê bi ser kevin” û “Hûn ê hesab bidin” hatin berzkirin.