Îlham Ehmed: Em soz didin em ê herêmên xwe azad bikin 2021-03-21 15:08:50     HESEKÊ - Seroka Desteya Rêveber a MSD'ê Îlham Ehmed di pîrozbahiya Newrozê ya li bajarê Hesekê de axivî û destnîşan kir ku dê ji bo rizgarkirina hemû herêmên dagirkirî têbikoşin û vegera ewle ya şêniyan ji warê wan re mîsoger bikin. Îlham Ehmed bang li her kesî kir ku piştgiriyê bidin Rêveberiya Xweser.   Ji saetên sibehê ve bi sedan şêniyên bajarê Hesekê berê xwe da cihê pîrozbahiyê da ku Newrozê pîroz bikin. Newroz bi dirûşma “Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê dagirkeriyê têk bibin” tê lidarxistin.   Piştî ku malbatên şehîdan meşaleya Newrozê pê xist, seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed Newroz li hemû gelên herêmê, li girtiyan û li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Em îro ji bo pêkanîna azadiyê li qada azadiyê kom bûne. Tevî hemû hewldanên hêzên zordest jî, em ji berê ve meşaleya Newrozê pê dixin.”   Îlham Ehmed diyar kir ku roj bi roj rêya ber bi azadiyê ve tê berdewamkirin û wiha domand: “Di Şoreşa Rojava de, ne tenê gelê kurd lê belê hemû gelên herêmê li qadên têkoşînê ne. Birayên me yên hêja yên ji hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, em Newroza îsal li we pîroz dikin. Em hêvî dikin ku di Newroza sala bê de, çareseriya siyasî û demokrasî pêk bê. Hewldanên me yên domdar ên bi rêya fedakariyên ku me bi hev re li qadên şerê li dijî teror û zordariyê, ji bo vê yekê ne. Em hîna jî di oxira azadiyê de têdikoşin. Em hêvî dikin ku aramî û îstiqrar pêk bê.Em soz didin em ê herêmên xwe azad bikin.”   Îlham Ehmed bang li hemû gelên herêmê kir ku ji bo pêşxistina Rêveberiya Xweser yekdest bin û got: “Em ê bi îradeya xwe demokrasiyê pêk bînin. Em îro li hemû bajarên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Şamê, Şehba û Helebê kom bûne.”   Îlham Ehmed di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ji bo rizgarkirina tevahî herêmên dagirkirî ew ê her tim têbikoşin û vegera ewle ya şêniyan ji bo malên wan mîsoger bikin û wiha dewam kir: “Em hebûna dagirkeriya tirk li ser axa xwe û zilm û zordariya li dijî gelê xwe qebûl nakin. Em rojane sûcên çeteyan li dijî gelê xwe yê aştîxwaz dibînin. Em soz didin gelê xwe ku bi darê zorê hatine koçberkirin û zilmê dibînin, ku em ê têkoşîna xwe bidomînin û wan herêman rizgar bikin."   Îlham destnîşan kir ku ew di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û wiha lê zêde kir:  “Dagirker hewl didin projeyên me têk bibin û îrade û destkeftiyên me tune bikin. Lê belê em ê rê nedin wan. Em ê ji bo azadiyê û guhertina sîstema zordar têbikoşin. Em dixwazin çareseriya siyasî pêk bê û herêmên xwe rizgar bikin. Em soz didin we ku em ê nehêlin kes mafên me yên rewa ji dest me bigire.”   Di dawiya axaftina xwe de Îlham Ehmed got: "Berxwedana jinan yek ji destkeftiyên herî sereke yên şoreşa jinan e, divê jin di hemû qadan de xwe bi pêş bixin.”   Pîrozbahiya Newrozê li Hesekê dewam dike.