Bi hezaran kesî li Mêrdînê agirê Newrozê bi coşa xwe gur kirin 2021-03-21 14:57:17     MÊRDÎN - Bi hezaran welatiyên Nisêbînê  û Qoserê qadên Newrozê bi cil û bergên kurdî alên kesk sor û zer û bi diruşman agirê Newrozê geş kirin.   Cejna Newrozê a ku ji aliyê Rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê ve bi diruşma "Ji bo azadiyê agirê Newrozê gur bikin" hat lidarxistin li Nisêbînê û Qoserê bi coşek mezin hat pîrozkirin.  Di pîrozbahiyê de bê navber diruşmên "Bijî Serok apo", "Ji Îmraliyê re slav", "Bijî berxwedana zindanan", "Jin jiyan azadî" hatin berz kirin û dovîzên li ser "Newroz Pîroz be", alên HDP'ê hatin rakirin.    Li Nisêbînê Parlementerê HDP'ê Mehmet Ruştu tiryakî, Pero Dundar, Meclîsa Dayikên aşitiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Rêxistina HDP'ê û DBP'ê, Stranbêj Pinar Aydınlar, Arhat û  Helîmê Omerî beşdarî pîrozbahiyê bûn.   Bernameya pîrozbahiyê bi rêxgirtinê hat destpêkirin   Li ser navê Meclîsa Dayikên Aşitiyê Perîhan altung di destpêkê de axivî û wiha got: "Bila Newroz bibe wesîleya azadiya Gelê Kurd û hemu gelan. Ev hêvî û daxwaza me hemu dayikan e. Dayik li dijî şer û nexweşiyê ne. Newroza we pîroz be."   'Bi rihê Newroza 1992'an Newroz pîroz be'   Piştre Pero Dundar mafê axaftinê girt. Pero wiha axivî : " Newroza we bi rihê Newroza 1992'an pîroz dikim. Coş û şahiya we dilê me germ dike û hêzê dide me. Di heman demê de li hemberî hemû êrişan dibe bersiv. Hun bersivê didin îqtidarê. Niha çavê wan bêhtir tirsiya. Îqtidar di demên dawî de darbeyên mezin li  demokrasiyê dide. Dixwazin partiya me bigirin, sîyasetê li parlementerên me qedexe dikin. Lê nizanin ku HDP hun in, HDP'e ne keseke, gel hemu HDP'ye. Hemu polîtîkayên wan li dijî gelê kurd êrişeke."   Piştî axaftina parlementer Mehmet Ruştu Tryakî  hunermend hatin ser dîkê.    Pîrozbahiya ku ji serê sibê destpêkiriye bi seetan berdewam kir.    Li Qoserê deh hezaran Newroz pîroz kir   Li Navçeya Qoserê jî girse li Qada Otogara Qoserê kom bûN û Newroz pîroz kirin. Jin bi cil û bergên xwe yên neteweyî tevli  Newrozê bûn. Gel di 2 nokteyên lêgerînê re derbasî qada Newrozê bû. Hêj bernameya Newrozê dest pe nekiribû deh hezaran Qada Newrozê tijî kir û dest bi pîrozbahiya Newrozê kirin. Li Qadê girse govend gerand û dirûşm berz kirin.