Li qada sedhezar hatin gel hevdu agirê Newrozê geş bû 2021-03-21 13:24:36     AMED - Agirê Newroza Amedê bi dirûşmên "Bijî Newroz", "Bijî Sêrok Apo" hat vêxistin.    Sedhezarên li qada Newrozê ya Amedê kom bûn agirê Newrozê vêxistin. Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel jî li ser dika Newrozê bang kir û got:"Kesên gelê kurd tune dihesibînin bila li vê qadê binêrin. Kurd li qada serhildanê ne."   Pîrozbahiya Newrozê ya li Amedê ya bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê serî hildin û azad bibin" û bi beşdariya sedhezaran, dest pê kir didome.  Agirê Newroza Amedê bi dirûşmên "Bijî Newroz", "Bijî Sêrok Apo" hat vêxistin.    Li protokolê Başak Demirtaş, Malbata Zulkuf Gezen ê di 2018'an de di çalakiyên girevên birçîbûnê de jiyana xwe ji dest dabû, parlamenterên HDP'ê, rêveberên rêxistinên civakî yên sîvîl, nûnerên partiyan ên di Koma Tifaqa Kurdistanî de, Hevserokên DBP û HDP'ê, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Mîthat Sancar cihên xwe girtin.    Parlamentera HDP'ê ya Amedê Semra Guzel li ser dika Newrozê bang li sedhedaran kir û wiha got:"Newroz îro bû rêhevala Kawayê Hesinkar, Rahşan û Zekiyeyan. Newroz serîhildanê bi xwe re tîne. Meha adarê ji bo Kurdistanê meha serîhildanê ye. Qadên Newrozê qadên serîhildanê ne. Kesên gelê kurd tune dihesibînin bila li vê qadê binêrin. Kurd li qada serhildanê ne."   'Peymana Stenbolê wekî pergala hevserokatiyê xeta me ya sor e'   Semra  bal kişand ser vekişîna Tirkiyeyê ji Peymana Stenbolê û got: "Jinên berxwedêr; desthilatdar dixwazin têkoşîna me tune bikin, destkeftiyên me ji destên me bigirin. Em ji vir careke din dibêjin. Em hen e, em ê hebin, em bibin a xwe. Serokkomar bi rêya vê biryarê careke din nîşan da ku ew dijminê jinan e. Ev biryar hêzê dide kujerên jinan. Ji kuştinên ji niha û pê ve yên jinan wê AKP berpirsyar be. Ev biryar biryara rewakirina komkujiyên jinan e, biryara rewakirina tundiya li jinê ye. Lê belê em ê destûrê nedin ku peyman bê betalkirin. Peymana Stenbolê mîna hevserokatiyê ji bo me xeta sor e. Em vê biryarê nas nakin, em ê têbikoşin. Em ê li dijî van polîtîkayan têbikoşin."   'Divê dawî li tecrîdê bê anîn'   Semra  bi bîr xist ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dewam dike û got: "Ji bo îdîayên hatine weşandin bê çareserkirin, divê dawî li tecrîdê bê anîn. Nêzîkatiya li Îmraliyê, nêzîkatiya li gelê kurd e, nêzîkatiya li pirsgirêka kurd e. Li dijî tecrîdê girtî 115 roj in di greva birçîbûnê de ne. Berxwedana Mazlûman û Sarayan a li dijî Esat Oktay dewam dike. Her ku tecrîd dewam bike, berxwedan jî wê dewam bike. Heta ku tecrîd bi dawî nebe, aştî wê neyê vê xakê. Berxwedana girtiyan berxwedana me ye, daxwazên wan daxwazên me ne."   Piştî axaftinan parlamenterên HDP'ê gel silav kirin. Newroz bi gotina stranan didomin.