Li Rojava agirê Newrozê hat pêxistin 2021-03-21 13:18:17     NAVENDA NÛÇEYAN - Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê agirê Newrozê pêxistin û Newroza xwe bi dirûşma “Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê dagirkeriyê têk bibin” li dar dixin.    Pîrozbahiyên Newrozê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi dirûşma “Bi ruhê berxwedana Newrozê em ê dagirkeriyê têk bibin” tê birêxistinkirin, dest pê kirin û agirê Newrozê hat pêxistin.   Li Kobanê pîrozbahî dest pê kir    Pîrozbahiya Newrozê li daristana Kobanê ya li rojavayê bajêr dest pê kir û bi hezaran xelkê Kobanê meşaleya Newrozê pê xist. Ji saetên sibehê ve bi hezaran şêniyan berê xwe dan cihê pîrozbahiyê ji bo ku Cejna Newrozê pîroz bikin. Pêkhateyên Kurd û Ereb bi cilên xwe yên gelerî beşdarî pîrozbahiyê bûne. Tê payîn ku gelek pêşandanên hunerî bên pêşkêşkirin. Komên hunerî yên ji Minbic û Şehbayê û komên stran û govendê yên girêdayî Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê ya Kobanê beşdarî pîrozbahiyê bûne. Hêzên Ewlekariya Hundirîn ji duh ve hezar û 100 endamên xwe ji bo parastina ewlehiyê erkdar kiribû.   Li Girkê Legê agir hat pêxistin    Li navçeya Girkê Legê ya girêdayî kantona Qamişlo jî, meşaleya Newrozê ji aliyê dayikên şehîdan ve li qada pîrozbahiya Newrozê ya li gundê Helîq ê herêma Aliyan tê lidarxistin, hate pêxistin.   Agirê Newrozê li Dêrikê hat pêxistin    Li bajarê Dêrikê bi hezaran kesên li qada Newrozê ya li benda Borzê ya li bakur rojhilatê Dêrikê ku bi al û wêneyan hatibû xemilandin, meşaleya Newrozê pê xist.   Li Dirbêsiyê, Hesekê û Tirbespiyê pîrozbahî dest pê kir   Li Dirbêsiyê jî, bi hezaran xelkê li qada pîrozbahiyê ya li pişt yarîgeha navenda navçeya Dirbêsiyê, meşaleya Newrozê pê xist. Li bendava Mizgeft a li bakur rojhilatê navenda navçeya Tirbespiyê ku pîrozbahiya Newrozê lê tê lidarxistin, şêniyan meşaleya Newrozê pê xist û dest bi pîrozbahiyê kir. Li Hesekê, Newroz li bendava Xerbî ya li bakur rojavayê bajêr tê lidarxistin, piştî bi hezaran şêniyên Hesekê herikîn qadê, dayîkên şehîdan agirê Newrozê pê xistin.   Pîrozbahiya li Helebê bi coş didome    Bi hezaran şêniyên Helebê ji Kurd, Ereb û Turkmenan berê xwe dan taxa Şiqeyêf ya ku li bakurê taxa Şêxmeqsûd da ku şahiya Newroza 2021`an pîroz bikin. Şahiyê bi pêxistina agirê Newrozê û deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna şehîdan dest pê kir. Di Newrozê de dê li ser navê Kongreya Star Fehîma Silêman, li ser navê Meclîsa Sûriya Demokratîk ya şaxa Helebê Murîî Şiblî û li ser navê Partiya Yekîtiya Demokratîk jî Hevseroka PYD Eyşe Hiso axaftinan bikin. Di şahiya Newrozê de dê koma Kulîlkên Pêşerojê, koma Agirî, koma Çiyayê Hawarê, koma Yekîtiya Hunermendan staranan pêşkêş bikin û koma Serhed û Cemîl Horo jî wê gonvedê pêşkêş bikin, her wiha navenda Cemîl Horo ya çandê jî dê şanoyeke civakî pêşkêş bike.   Li Qamîslo agirê Newrozê hat pêxistin   Piştî bi hezaran şêniyên Qamişlo li qada Newrozê ya ku li gundê Hîmo ya girêdayî bajarê Qamişlo tê lidarxistin kom bûn, şêniyan ji bo bîranîna şehîdan deqeyekê rêz girtin. Paşê li ber tîlîliyên jinan û dirûşmên " Bijî Berxwedana Garê", " Bijî Berxwedana Eyn Îsa" û "Bê Serok Jiyana Nabe" dayîkên şehîdan agirê Newrozê pê xistin.