Dêrsimî ji bo pîrozbahiya Newrozê hatin gel hev 2021-03-21 12:11:33     DÊRSIM -Li Dêrsimê gel li dijî qedexeya Walîtiyê li Qada Seyît Riza komdibe û Newroza xwe pîroz dike.    Gelê Dêrsimê, qedexeya walîtiyê ya ji bo Newrozê nas nekir û dest bi pîrozbahiya Newrozê kir. Walîtiyê di rojên borî de daxuyanî da û got ku di Newrozê de hûn tenê dikarin daxuyaniyê bidin.   Li gel qedexeyê Dêrsimî bi cil û bergên xwe yên netweyî çûn Qada Seyît Riza û Newroza xwe pîroz dikin. Pîrozbahî bi dirûşmên "Newroz pîroz be" tê pîrozkirin.