Li Wanê di Newroza bi heybet de tecrîd hat şermezarkirin 2021-03-21 12:10:33     WAN - Li Wanê pîrozbahiya Newrozê bi  coşek mezin dest pê kir. Li qadê welatî bi dirûşmên xwe xwedî li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derketin û tecrîd şermezar kirin.    Bi hezaran welatiyên Wanê bi armanca tevlî pîrozbahiya Newrozê bibin serê sibehê ve kom bi kom meşiyan qada Newrozê ya li tenişta Keleha Wanê. Newroza îsal li  Wanê bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin" tê pîrozkirin. Gelê Wanê bi cil û bergên xwe yên herêmî tevlî pîrozbahiyê bûn. Girseya ku li qadê kom bûn li dijî binçavkirina Parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerlîoglu dirûşmeyan berz dikin. Girse bê navber dirûşmeya “Bijî berxwedanan zindanan", “Zext me bêzar nakin" û “Bijî Gergerlioglu” berz dikin.    Her wiha dirûşma "Bijî Serok Apo" jî li qadê bê navber tê berzkirin û gel bi dirûşmên xwe xwedî li Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan derdikevin û tecrîdê şermezar kirin. Coş û heyecana gel li Wanê derket asta herî jor. Bernameya pîrozbahiyê bi rêzgirtinê dest pê kir.    Axaftina vekirinê ji hêla serokê Komîteya Amadekar a Newrozê Sedat Duşunmez ve hat kirin û diyar kir ku bila Newroz bibe vesîleya azadî û aştiyê. Hevserokê HDP'ê ya Wanê Fîkret Dogan jî da zanîn ku Newroz ji bo kurdan berxwedan e.    Hêj jî gel kom bi kom diherîkin qada pîrozbahiyê. Gel li bendê ye ku agirê Newrozê bê pêxistin.