Jinên li Newroza Amedê: Newroz roja têkoşîn û berxwedanê ye 2021-03-21 11:44:26     AMED - Jinên ku hatin Newroza Amedê destnîşan kirin ku ew ê bi coş û rengên xwe hertim li qadê bin û têbikoşin.   Newroza heybet û dîrokî ya ku li Qada Newrozê ya li navçeya Rezanê tê lidarxistin bi beşdariyeke mezin dest pê kir. Ji çar hêlan ve girse bi rengên kesk sor û zer û dirûşmên xwe herikîn qadê. Gelê ku qad tijî kir dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" , "Bijî berxwedana zindanan", "Bijî Newroz" berz kirin. Jinên ku beşdarî Newrozê bûn diyar kirin ku ew ê hertim bi rihê Newrozê têbikoşin û li qadê bin.   'Newroz roja me ya têkoşîn û berxwedanê ye'   Gevrîye Garîp a ji gundê Palûkê ya Sûrê hatiye û Newroz li hemû kurdan ji dil û can pîroz kir. Gevrîye wiha got: "Newroz roja me ya têkoşîn û berxwedanê ye. Em her sal çi bibe bila bibe dîsa jî vê rojê pîroz dikin bi cil û bergên xwe tên Newrozê û pîroz dikin. Sala par ji ber nexweşîyê me nikaribû bi girseyî pîroz bikin lê dîsa jî me li tax û kolanên xwe pîroz kirin. Em ji Newrozê gelek hez dikin û zêdetir bi coş û kelecan dibin."   'Newroza girtiyên siyasî pîroz be'   Rukiye Yilmaz jî destnîşan kir ku Newroz roja berxwedan û têkoşînê ye û wiha got: "Ez jî Newroza hemû gelê me pîroz dikim. Ez gelek kêfxweş im ku îro li vir im. Newroz ji bo me rojek bi qîmet e em her sal pîroz dikin û li hev kom dibin. Coşa jin û ciwanan meriv kêfxweş dike û enerjîyê dide. Dîsa Newroza hemû kesan û Newroza hemû girtiyên sîyasî pîroz dikim."