Li Cizîrê bi sedan kesî berê xwe dan qada Newrozê 2021-03-21 11:14:02     ŞIRNEX - Li dijî tecrîd, zext, tundî, binçavkirin û girtinan,  gelê Cizrîê ji bo ku Newroza xwe pîroz bike bi cil û bergên xwe yên neteweyî berê xwe da qada Newrozê. Girseya ku ket qada Newrozê çalakgerên greva birçîbûnê silav kirin.    Bi sedan şêniyên Cizîra Botanê bi cil û bergên xwe yên neteweyî, ji serê sibê de herikîn qada Newozê ya Tesîsên Banê Xanê ya taxa Konakê.  Girseya li qadê kom bû bi dirûşim govend û dîlanê li benda destpêkirina bernameya Newrozê ye. Ji ber ku hemû şêniyên Cizîrê berê xwe dan qada Newrozê, navçe bêdeng ma. Herwiha şêniyên ji gûndên derdora cizîrê jî ji serê sibehê zû ve berê xwe dan navçeyê û ber bi qada Newrozê ve herikîn. Kesên xwestin tevli pîrozbahiyê bibin beriya bikevin qadê di kontrola GBT'ê re hatin derbaskirin, qoda HES'ê ji wan hat xwestin û piştre derbasî qada Newrozê bûn.     Polîsan li gelek cihan, nokteyan kontrolê ava kirin û welatiyên ji dervê navçeyê hatin rawestandin. Lê gel astengî nas nekir û bi drûşma “Newroz Pîroz Be" berê xwe dan qada Newrozê.    Gel diherike qada Newrozê   Dema girseyê nokteyên polîsan derbas kirin û xwestin têkevin qadê dîsa di lêgerîna polîsan re derbas bûn.  Tevî hemû astengiyan şêniyên Cizîrê bi kiras, fîstan, şal û paşikên xwe ketin qada Newrozê. Girseya li qadê kom bû çalakgerên greva birçîbûn silav kirin. Girseyê pankartên “Newroz pîroz be” rakirin û alên HDP'ê li ba kirin. Bi hezaran kesên ketin qadê li ber stranan govendê digerînin û bê navber dirûşmên “Jin, jiyan, azadî” û "Bijî Newroz" berz dikin.    Meşa gel a ber bi qada Newrozê ve berdewam dike.