Li Wanê gel diherike qada Newrozê 2021-03-21 10:36:47     WAN - Bi hezaran kes serê sibehê ji bo Newrozê berê xwe dan qada pîrozbahiyê ya Wanê.    Newroza îsal li Wanê bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, azad bibin" tê pîrozkirin. Hêj serê sibehê welatî berê xwe dan qada pîrozbahiyê. Jin bi cilên xwe yên rengîn tevlî pîrozbahiyê dibin. Li qadê derbarê parlamenterê Partiya Herêmên Demokratîk (HDP) Omer Faruk Gergerlîoglu dirûşm tê berz kirin. Her wiha li qadê dirûşma “Bijî berxwedana zindanan" bilind dibe.    Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydeniz û Parlamentarê HDP'ê ya Wanê Sezaî Temellî de pîrozbahiyê de biaxfinn û her wiha hunermend Azad Bedran, Xecê û Koma Awaz dê derkeve ser dikê.