Ji bo Newroza dîrokî ya Amedê gel diherike qadê 2021-03-21 09:46:15     AMED - Newroza dîrokî ya Amedê bi tevlibûna sedhezaran kesanan wê dest pê bike. Girse li ber nokteyên lêgerînê li bendê ye ku dakeve qadê.   Newroza ku bi rojan in ji bo wê hem amadekarî tê kirin hem jî bi çoşek mezin tê pêşwazîkirin bi herikandina qadan a gel dest pê kir. Îsal Newroz dê bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin" bê pîrozkirin. Ji bo pîrozbahiya Newroza dîrokî ya ku li Qada Newrozê ya li navçeya Rezanê tê lidarxistin ji çar hêlan ve girse li ber nokteyên lêgerînê de bendê ye ku dakeve qadê.   Qada Newrozê bi barîkatên polîsan hatiye dorpêçkirin. Her wiha qada Newrozê, bi flamayên kesk, sor û zer û alên HDP'ê hatiye xemilandin.    Pankartên bi dirûşma "Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin" hatiye nivîsandin bi herdu aliyên qadê ve hatiye daliqandin û li bin dikê pankarta "Newroz, serhildana azadiya jinan e" hatiye daliqandin.   Her wiha Hevserokên Giştî yên HDP'ê Mithat Sancar, Hevserokên Giştî yên DBP'ê Saliha Aydeniz û Keskin Bayindir, parlamenterên HDP'ê, nûnerên Komxebata Tifaqa Kurdistanî, Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan û nûnerên gelek partiyên siyasî li qadê dê amade bin. Di heman demê de dê 200 rojnameger pîrozbahiya Newrozê bişopînin.