Ji Kawayê Hesinkar heta Rahşanan: Newroz pîroz be 2021-03-21 08:31:32     NAVENDA NÛÇEYAN - Kawayên Hesinkakar li dijî zilma Dehaqan berxwedana xwe didomînin. Ji Mazlumê ku li girtîgeha Hejmar 5 agir pêxist, heta Rahşana ku li Îzmîrê got ‘Wê agirê Newrozê netemire’ û Semaya ku got ‘Jin rêviyê Gelê Kurd in’… Newroz pîroz be…   Newroz bihar e.. Newroz berxwedane, vejîn e. Newroz serhildana bidawî nabe, qîrina ku bêdeng nabe. Newroz govend e, tilîlî ye…   Li gorî hinek çavkaniyan Kawayê Hesindakar Beriya Zayînê di 612’an de li dijî Dehakê zalim ku zilm li Gelê Kurd dikir û ciwan qetil dikirin, serî hildaye. Kawa dawî li îşkenceya li Kurdan dihat kirin anî û bi agirê ku pêxist mizginî da Gelê Kurd. Agirê dada peyama azadiyê dide gel û agirê azadî, berxwedan û edeletê li vir bilind dibe. Agirê ku Kawa pêxist natemire. Mezin dibe. Gelê Kurd meşaleya ku ji destê Kawa girtiye, 2633 sale ji destê xwe dananiye. Her sal di 21’ê Adarê de bi tevlibûnên girseyî kurdan agirê Kawa pêxistiye û gûr dikin.   Bedenên bûn Newroz   Cejna Newrozê ji salên 1990’î heta niha her sal bi rêk û pêk tê pîrozkirin. Ji salên 90’î heta niha tevî hemû êrîş û zextan, Gelê Kurd agir pêşxist û bi hezaran bedel dan. Berîvan û Ronahî, Zekiye Alkan, Rahşan Demîrel, Sema Yuce, Binevş Agal (Berîvan) Elefterîa û gelekên din di vê rê de bû pira ji agir. Di riya têkoşîna Gelê Kurd de her yek bûn meşaleyek. Li gelek welatan ji aliyê gelên cuda ve Newroz wek hatina biharê tê pîrozkirin û ji bo  Gelê Kurd jî wateyeke wê ya hînbêtir girîng û îdeolojîk heye. Ji bo Gelê Kurd peyama ‘em li virin’ e, îtîraza li dijî neheqiyê ye, berxwedan û serhildana li dijî zilmê ye.   Di 1991’ê de Cîzre li kolanê bû   Di 1991’ê de li Nisêbîn, Cizîr, Amed û Edenê gel bi girseyî xwest Newrozê pîroz bike. Lê hikûmeta demî di mîtîngên Newrozê de êrîşê gel kir û li Nisêbînê 31 kesî jiyana xwe ji dest da. Kurd li dijî êrîşan bi îradeyeke mezin kolan kirin Newroz.    Kurdan berxwe dida: 94 kesî jiyana xwe ji dest da   Yek ji Newrozê ku nayê jibîkirin a 1992’an a Cizîrê bû. yek ji bajarên ku herî zêde rol girtibû. Ne tenê li Cizîrê li bajarên Amed, Êlih, Stenbol, Edene û gelek deverên din gel li kolanan bû. Di pîrozbahiyên Newroza 1992’an de bi giştî 94 kes di encama êrîşa polîsan de jiyana xwe ji dest dan.   Newroza 1993-94-95'an   Di dema ku PKK’ê agirbest îlankiribû de Newroza 1993’an li hemû bajaran bi coş hat pîrozkirin. Di 1994’an de PKK’ê li dijî provakasyonan banga ‘li malen xwe pîroz bikin’ kir û li gelek bajarên herêmê gel li kolanan Newroz pîroz kir. Di 1995’an de jî li bajarên herêmê ji bilî çalakiyên li kolanan pîrozbahî nehatin kirin.   Kes tevlî Nevruza Walîtiyê nebû   Newroz di 1996’an de jî hat pîrozkirin. Li Amed, Êlih, Şirnex, Mersîn, Edene, Meletî,Stenbol, Enqere, Îzmîr, Balikesîr, Edîrne gel daket kolanan û Newroz pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de bi sedan kes hatin binçavkirin. Di 1997’an de jî Walîtiya Amedê bi rojan berê banga pîrozbahiya ‘Nevruzê' kir. Lê kes tevlî nebû. Di pîrozbahiya bi pêşengiya HADEP’ê pêk hat de gel qad tije kir. Bi hezaran kesên li Amedê li qada Batikentê hatin gel hev ji aliê polîsan ve ji qadê hatin durxistin. Li Stenbolê bi hezaran kes hatin kest hatin gel hev.   Di Newroza 1999’an de 8174 binçavkirin   Di 1998’an de li Stenbolê bi dehan kes piştî Pîrozbahiya Newrozê hatin binçavkirin. Li Amedê jî 20 kes birîndar bûn, bi dehan kes hatin binçavkirin.   Di 1999’an de ku Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi komployekê anîbûn Tirkiyeyê şûnde yekem Newroz bû û bi dehhezara kes daketibûn kolanan. Li gorî rapora ÎHD’ê li seranserê Tirkiyeyê wê demê 8174 kes di pîrozbahiyan de hatibûn binçavkirin.   Di 2000’î de Newroza bidestur: 20 hezar zêdetir kes tevlî bûn   Li bajarên herêmê gel dîsa herikîn qada Newrozê. Li Amedê bi pêşengiya HADEP’ê Newroz bi destur hat pîrozkirin û 20 hezar kes tevlî bûn.   Li her çar alî agirê Newrozê hat pêxistin   Di 2001’ê de jî Newroz bi coş û tevlîbûnek mezin hat pîrozkirin. Di 2002’an de tevî qedexeyan Newroz bi coş û tevlibûnek mezin hat pîrozkirin.   Di 2006’an de dengê bilind bû: Bijî Serok Apo   Di Newrozên di 2003-2004-2005 û 2006’an de rojev tecrîda li ser Abdullah Ocalan bû. Di 2003-2004’an de tevî zextan gel qad tije kir. Di 2005-2006’an de jî gel bi şîara ‘Ji serok Apo re azadî’ li qadan bûn. Di 2006’an de bi hezaran kesî berê xwe dan Newroza Amedê û dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ berz kirin.   Bi sedhezaran qadên Newrozê tije kirin   Di 2007’an de li 56 bajarî Newroz hat pîrozkirin û bi giştî 165 kes hatin binçavkirin. Di 2008’an de pîrozbahî hatin qedexekirin. Gelê Kurd qedexe nas nekir û derket qadan. Li her derê polîsan êrîş kir. Li Wan û Colemêrgê di êrîşan de 3 kesî jiyana xwe ji dest da, bi sedan kes hatin binçavkirin.  Di 2009,2010 û 2011’an de Newroz bi destur hatin pîrozkirin. Bi sedhezaran kesî berê xwe dabûn qada Newrozê.   2012: 2 kesî jiyana xwe ji dest dai 178 kes birîndar bûn 500 kes hatin binçavkirin   Sala 2012’an bû şahidê pevçûnên mezin û berxwedanê. Li dijî qedexeya Newrozê bi hezaran kes daketin qadan û êrîşî wan hat kriin. Li gorî rapora ÎHD’ê 2 kesî jiyana xwe ji dest da, 178 kes birîndar bû û 500 kes hatin binçavkirin.   Newroza 2013’an: Ji aştiyê re merhaba   Di Newroza mezin a Amedê de bi mîlyonan kes hatin cem hev. Gel di saetên sibehê de herikîn qadê. Di Newrozê de peyama Abdullah Ocalan hat xwendin û dema nû dest pê kir. Ne tenê ji bo kurdan ji bo hemû gelên Tirkiyeyê ev peyam girîng bû. Bi dehan nivîskar, akademîsyen, hunermend û siyasetmedar pêvajo pîroz kirin û xwedî li fikrên Abdullah Ocalan derdiketin. Dema peyam dihat xwendin, bi mîlyonan kurd li qadê bun û ev 40 sal bû ev roj dipan. Di bin siya agirê Newrozê de ji aştiyê re gotin ‘merhaba’.   Newroza beyî xwîn û rondik   Di 2014’an de ku pêvajoya çareseriyê didomiye, Newroz dîsa li gelek bajaran bi coş hat pîrozkirin. Li Amedê bi mîlyonan kes hatin gel hev.   Di 2015’an de li gelek bajarî Newroz hat pîrozkirin. 2 mîlyon zêdetir kes tevlî Newroza Amedê bûn.   Di 2016’an de piştî pêvajoya aştiyê bi dawî bibû dîsa polîtîka 90’î xistin dewrê. Polîsan pankart daxistin, dengê muzîkê kêm kirin û tevî vê gel li qadan cihê xwe girt.   Di 2017’an de Newroz beriya referandumê bû. Li 33 navendê bi dirûşma ‘Em ê teqez bi ser kevin’ hat pîrozkirin.   Di 2018 û 2019’an de jî tevî polîtîkayên çewisandin û zextê rihê grevên birçîbûnê yên li girtîgehan bi armanca rakirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan bê rakirin hatibû destpêkirin, bi agirê Newrozê re bû yek.   Di 2020’î de ji ber pandemiyê pîrozbahiyên girseyî nehatin kirin. Partiyên siyasî yên kurd biryar girtin ku ji bo tenduristiya gel pîrozbahiyan pêk naynin. Lê di şeva 20’ê Adarê de gel di şaneşîn û paceyên xwe de li kolanên xwe agirên biçûk pêxistin.   Îsal jî wê Newroz bi dirûşma ‘Em bi agirê Newrozê azad bin, berxwe bidin’ wê li gelek bajarî bê pîrozkirin. Di Newrozê de wê bal bikşînin ser tecrîdê û bêjin ‘ji Ocalan re azadî.’