Gulîzar Îpek: Ji bo destkeftiyên xwe em ê li qadan bin 2021-03-20 17:35:51     MÊRDÎN - Platforma Şahmaran a Jinan û Tevgera Jinên Azad li dijî betalkirina Peymana Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê dan û gotin em ê ji bo destkeftiyên têkoşîna xwe tim li qadan bin.   Platforma Jinan a Mêrdînê Şahmaran û Tevgera Jinên Azad (TJA) xwestin  têkildarî biryara betalkirina Peymana Stenbolê daxuyaniya çapemeniyê li Parqa Karayolları ya Mêrdînê bidin. Polîsan jin asteng kir û di bin ablukayê de jinan li ber deriyê avahiya KESK'ê daxuyanî dan.    Metna daxuyaniyê ji aliyê endama platformê Gulîzar Îpek ve hat xwendin.   'Em biryarê erê nakin'   Gulîzarê wiha dest bi axaftinê kir: "Her roj binpêkirina mafên jinan zêde dibe. Her roja diçe bêhtir jin tên qetilkirin û îstismarkirin. Çawa îqtidar ji nirxên demokrasiyê dûr dikeve em dibînin. Bi hişmendiya zayendperest a îqtidara ku xwe bi êrişkirina destkeftiyên jinan re xwedî dike re qetlîama jinan zêde dibe. Ango jin bi keda xwe bi têkoşîna xwe destkeftiyên weke Peymana Stenbolê bi dest xistin. Ev demeke dirêje peyman di rojevê de ye. Di çaxek wisa de ku qetlîama li ser jinê zêde buyî de dad û demokrasî tune hat hesibandin û peyman hat rakirin. Bi vê biryarê re îqtidarê nîşan kir ku ew ê êdî jin û LGBT' yan neparêze. Ev biryar nayê erêkirin."   'Encamên polîtakên îqtidarê qetlîam e'   Gulîzarê got li Tirkiyeyê û hemû cîhanê  tundiyek sîstematîk li ser jinê heye û wiha berdewam kir: " Lewra li dijî van êrişan hertim dad bêdeng dimîne.  Em dibin şahidê polîtîkayên bêcezahiştinê. Dews pêşî li tundiyê bigirin rê li pêşiya tundiyê vedikin. Encamên ku bi xwe re tînin jî li holê ne."   Daxuyanî bi dirûşmên "Peymana Stenbolê dide jiyîn", "Jin Jiyan Azadî", "Em Bêdeng Namînin, Natirsin Li Vir in" û "Em ê Bi Berxwedanê Serbikevin" hatine berzkirin re bi dawî bû.