Li bajarên Tirkiyeyê coşa Newrozê 2021-03-20 16:53:00     NAVENDA NÛÇEYAN - Li gelek bajarên Tirkiyeyê Newroz bi coşek mezin hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de welatî daxwazên xwe yên aştî û edaletê anîn ziman û peyama xwedîderketina li HDP'ê dan.     Li gelek bajarên Tirkiyeyê bi girseyî Newroz hat pîrozkirin. Di pîrozbahiyan de gel xwedî li Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derketin.    Çorûm   Platforma Ked û Demokrasiyê ya Çorûmê jî, li Parka Aşik Mahsûnî Şerîf a navenda bajêr Newroz pîroz kir. Di pîrozbahiya Newrozê de, pankarta “Ji bo aştî, wekhevî, yekitî, azadî û edaletê bijî Newroz” hat vekirin û dirûşmeyên “Bijî Newroz” û “Bijî yekitiya gelan” hatin berzkirin. Rêveber û endamên HDP û gelek kes beşdarî pîrozbahiyê bûn. Welatî agirê Newrozê pêxistin û li dora agir govend gerandin.   Çanakkale   Pîrozbahiya li Çanakkalê li taxa Esenlerê pêk hat. Bi sedan kes tevlî pîrozbahiyê bûn. Parlamentera HDPê Oya Ersoy, endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Omer Faruk Kirniç û Engîn Guleser tevlî pîrozbahiyê bûn. Ligel şert û mercên xirab a hewayê gel bi coşek mezin Newroza xwe pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de betalkirina Peymana Stenbolê hat şermezarkirin.    Antalya    Li Antalyayê Newroz li Qada Kepez Kentê hat pîrozkirin. Parlamenterê HDP'ê Kemal Bulbul, Konfederasyona Sendîkayan a Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Antalyayê, Platforma Demokrasiyê û gelek kes welatî tevlî pîrozbahiyan bûn. Qada pîrozbahiyê bi alên HDP'ê hatin xemilandin. Di pîrozbahiyê de dirûşmên wekî "HDP gel e, HDP, nayê girtin", "Bijî Serok Apo", “Bi berxwedanê em ê bi serkevin" û “Jin jiyan azadî” hatin berzkirin. Piştî axaftinan hunermend Kural û Nûrcan Degirmencî derke ser dikê û stranên xwe gotin.    Tekîrdag    Li navçeya Ergenê ya Tekîrdagê Newroz bi dirûşma "Bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, û azad bibin" hat pîrozkirin. Bi sedan kes tevlî pîrozbahiyan bûn. Di pîrozbahiyê de gel bi dirûşmên xwe xwedî li HDP'ê derketin. Polîsên ku nehiştin zarok bikevin qadê, malbat li derveyî qada pîrozbahiyê Newroza xwe pîroz kirin.