Pervîn Bûldan: Doza wan a girtinê hebe ya me jî doza têkoşînê heye 2021-03-20 16:00:42     NAVENDA NÛÇEYAN - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan ji Qada Newroza Stenbolê bal kişand ser doza têkoşînê û wiha got:"Em hemû hevalên xwe silav dikin. Hem xistina parlamenteriya Gergerlîoglû hem jî vekirina girtina doza HDP’ê, nîşana têkçûna desthilatê ye. Doza wan a girtinê hebe ya me jî doza têkoşînê heye."    Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di Newroza Stenbolê de axivî û peyamên girîn dan. Pervîn, di destpêka axaftina xwe de siyasetmedarên girtî yên kurd silav kir û destnîşan kir ku ji bo wan Newroz tenê ne hatine biharê ye, di heman demê de nasname û çand e. Pervîn, diyar kir ku pêvajoya ku têde ne pêvajoyeke tarî ye û wiha got: “Gelên Tirkiyeyê ya wê faşîzmê ya jî wê demokrasiyê tecrîh bikin. Em bawer dikin ku wê gelê me ji vê pêvajoyê tarî re bibêje bes e. Bê guman tercîha me azadî, ronahî azadî û aştiya vî welatî ye. Em jiyana ku li me tê ferzkirin qebûl nakin.”   'Tişta me tîne gel hev wêrekî ye'   Pervîn, bal kişand ser zextên ku ji aliyê AKP-MHP’ê ve li dijî partiya wê pêk tên û got ku wê di hilbijartina destpêkê de bersiv bidin van zextan û ev tişt anîn ziman: “Li vî welatî em neçar in ku mil bidin û bi hev re bimeşin. Em neçar in ders bidin AKP’ê û hevparê wê biçûk. Ji bo vê pêkanînênê wêrekî û baweriya me heye. Tişta me tîne cem hev jî ev wêrekî û baweriya me ya. Kes nikare biryara pêşeroja me bide. Em destûr nedin vê bikin. Bi hedef nîşandina me dixwazin ser polîtîkayên xwe bigirin. Dixwazin bedêla hemû şaşiyên xwe bi kurd, jin û kedkaran bidin razandin. Di encama vê bedelê de wê gelên Tirkiyeyê di hilbijartinê de bersiva we bidin.”   'Doza wan a girtinê hebe ya me jî doza têkoşînê heye'   Di berdewamê de Pervîn, bal kişand ser pirsgirêk ku li Tirkiyeyê hene û têkildarî mijarê ev tiş gotin: “Li vî welatî pirsgirêka bêkariyê, qrîza aborî, pirsgrêka tecrîdê, pirsgirêka azadî û wekhviya jinê heye. Weke ku tayînkirina qeyûman ne bes parlamenteriya parlamenterên me jî xistin. Piştî birêz Leyla Guven û Mûsa Farisogûllari niha jî parlamenteriya parlamenterê me birêz Omer Farûk Gergerlîoglû xistin. Em hemû hevalên xwe silav dikin. Hem xistina parlamenteriya Gergerlîoglû hem jî vekirina girtina doza HDP’ê, nîşana têkçûna desthilatê ye. Doza wan a girtinê hebe ya me jî doza têkoşînê heye.”   'Hêza we têr nake ku hûn siyasetê li me qedexe bikin'   Di axaftina xwe de Pervîn, bal kişand ser ser têkçûnên AKP’ê yên di hilbijartinan de got ku 7’ê Hezîranê, 23’ê hezîranê û windakirina Enqere, Stenbol û Edeneyê ji bîr nakin. Ew roj bi roj diqedin û wê he jî biqedin. Ji ber ku di hilbijartinê de bi me nikarin dixwazin tolê ji me bigirin. Bila kes xema nexwe. Kesên ku doza girtinê li me vedikin bila vir û sibê li Amedê binêrin. Vê qadê bersiva li AKP’ê vegerandina doznameya girtina partiya me ye. Bi doza girtina HDP’ê dixwazin herkesê ku têdikoşe ji siyasetê dûr bixin. Lê em dibêjin ku heta ev qad wiha têje bin hêza we têr nake ku hûn siyasetê li me qedexe bikin.”   Em vekişandina ji vê peymanê qebûl nakin   Pervîn, têkildarî vekişandina Peymana Stenbolê axivî û têkildarî mijarê wiha axivî: “Weke ku hûn jî dizanin duh nîvê şevê ji Peymana Stenbolê vekişiyan. Em ji vir bang dikin û dibêjin ku wê gotina dawî jin bibêjin. Peymana Stenbolê bi biryara hevpar a hemû partiyan siyasî yên li meclisê hat derxistin. Kesek bi serê xwe nikare ji vê peymanê vekişe. Em vekişandina ji vê peymanê qebûl nakin.”   'Em hê jî li pişt manifestoya Newroza 2013’an e'   Piştî balkişandina ser vekişandina ji Peymana Stenbolê Pervîn, bal kişand ser peyamên Rêberê PKK’ê Abdûllah Ocalan ên di Newroza sala 2013’an jî û têkildarî mijarê ev tişt anîn ziman: “Nameya birêz Ocalan a di Newroza 2013’an de hê jî di mêjiyan de ye. Ev Manîfesto ji bo azadiya vî welatî manîfestoyeke girîng e. Heke ev manifesto bihata qebûlkirin îro tiştên li welat pêk tên wê pêk nehatine. Hem manîfestoya Newrozê hem jî mutabakta Dolmabahçeyê ji aliyê hikûmetê ve nehatin qebûlkirin. Em hê jî li pişt manifestoya Newroza 2013’an e.”   Tecrîd sûcê mirovahiyê ye   Pervîn, got ku ji ber manîfestoyê qebûl nakin tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan kûr dikin û axaftina xwe wiha domand: “Ji qanûnên ku wan derxistine jî bawer nakin û nas nakin. Tecrîd sûcê mirovahiyê ye. Divê weke her girtiyî Ocalan jî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinan bike. Ev tiştekî rewa ye. Mafê kesî tune vî welatî ber bi tariyê ve bibe. Em naxwazin pozê welatiyekî me jî xwîn bibe. Israra di neçareseriyê de polîtikayeke şaş e. Em bang li Hikûmet û Wezîrê Edaletê dikin ku tecrîdê rakin. Wê aştî teqez bê vî welatî, em jî têkoşîna vê didin û heta ku bijîn jî em ê têbikoşin.”   'Bila Newroz bibe wesîleya demokrasî û aştiyê'   Di dawiya axaftina xwe de ji bo pêkanîna aştî û demokrasiye xwest ku partiyên muxalefetê û hêzên demokrasiyê jî piştgiriya wan bikin û ev bang li wan kir: “Em bang li muxalefetê û hêzên demokrasiyê dikin ku di vê têkoşînê de me bi tenê nehêlin. Daxwaza aştiyê berpirsyariya me teva ye. Hêvî dikim ku Newroz bibe wesîleya demokrasî û aştiyê.”