TJA: Em faşîzmê qebûl nakin 2021-03-20 15:54:22     AMED - TJA'yê derbarê fesihkirina Peymana Stenbolê ya ji aliyê serok komar ve daxuyaniyeke nivîskî da û li dijî vê pêkanînan îqtîdarê banga derketina qadan li jinan kir.     TJA'yê li dijî fesihkirina Peymana Stenbolê  banga berxwedanê li jinan kir  û got, "Em fesihkirina Peymana Stenbolê ya ji aliyê faşîzma ku bûye otorîte ve û êrîşa ji aliyê mêran ve li destkeftiyên me  tê kirin qebûl nakin."   TJA'yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku îqtîdara heyî ya li Tirkiyeyê ji roja hatiye ser kar polîtîkayên li dijî jinan pêş dixe û got, "Îcreata vê îqtîdarê ya herî dawî ji bo jinan jî bû vekişandina Tirkiyeyê ya ji Peymana Stenbolê.  Em wekî Tevgera Jinên Azad careke din dibêjin ku em vê biryara ku jinan mahkumî koletiyê dike û faşîmê wekî rêbaz bi kar tîne ku destkeftiyên jinan ji dest wan digire qebûl nakin û nas jî nakin. Em pêkanînên dijminantiya jinan dikin qebûl nakin. Em vê pergala mêr ku bi hezaran sal e li ser tunekirina jinan xwe heyî kiriye napejirînin û em dest ji destkeftiyên xwe bernadin. Em bang li jinan dikin ku li dijî vê biryarê dakevin qadan û em dibêjin ku Peymana Stenbolê dide jiyîn."