Li Mêrsînê coş û kelecana Newrozê 2021-03-20 14:58:46     MÊRSÎN - Li Mêrsînê kesên tevli pîrozbahiya Newrozê bûn bi dirûşman tecrîd şermezar kirin, bal kişandin ser çalakiya greva birçîbûnê û piştgiriya xwe ya bi HDP'ê re ragihandin.   Newroz ku bi dirûşma "Em ê bi agirê Newrozê li ber xwe bidin û azad bibin"  li gelek navenda tê pîrozkirin li Mêrsînê jî bi coş tê pîrozkirin. Pîrozbahiya ku li Qada Tirmil a Mîtîngê hat hat destpêkirin  bi dirûşmên "Bijî sosyalîzm,  bijî wekheviya gelan" û di bin pankarta bi 6 zimanan a "Newroz pîroz be" tê pîrozkirin.    Jinan bi kincên xwe yê kurdî qad xemilandin   Li qadê jinên kurd bi kincên  kurdî yên reng bi reng ku li xwe kiribûn qad xemilandin. Jinan bi flamayên kesk, sor û zer û bi lîlandina xwe coşa çalakvanan derxistin lutkeyê.    Kesên ku çûn qadê peyama xwe bi dirûşşmên "Bê serok jiyan nabe", " Bijî berxwedana HDP'ê" û "Bijî berxwedana zindanan"  dan. Herwiha li qadê bal kişandin ser tecrîd, çalakiya grevê û girtina HDP'ê  ku berz kirin dan û pêkanînên dijhiqûqî şermezar kirin.     Meşa gel a ber bi qadê ve berdewam dike.  Girseya li qadê kom bû li ber muzîkê govend gerand û li benda destpêkirina bernameyê ye.