Li Cizîrê banga tevlibûna Newrozê hat kirin 2021-03-20 14:49:20   ŞIRNEX - Li navçeya Cizîrê HDP'ê gel vexwend pîrozbahiya Newrozê ya ku dê sibe bê lidarxistin.    Li navçeya Şirnex a Cizîrê bi tevlîbûna parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Şirnexê Nuran Îmîr, rêveber û endamên HDP'ê ku kincên kurdî li xwe kiribûn gel vexwendin pîrozbahiya Newrozê. Şêniyên navçeyê jî bi dirûşmên "Newroz pîroz be" HDP'yî pêşwazî kirin.    Her wiha piştî nîvro jî bi tevlîbûna parlementera HDP'ê ya Êlîhê û berdevka Meclîsa Jinan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran esnaf hatin ziyaretkirin û ji bo Newrozê hatin vexwendin..