Dayikên Aştiyê li qada Newrozê daxwaza 'aştiyê' nû kirin 2021-03-20 14:36:04     STENBOL - Li Yenîkapiyê Newroz bi coşeke mezin tê pîrozkirin. Dayikên Aştiyê yên bi cilên xwe yên gelêrî bang li girseyê kirin li qada Newrozê daxwaza 'aştiyê' nû kirin û gotin:"Em edaletê dixwazin."   Îsal Newroz bi dirûşma “Em bi agirê Newrozê li ber xwe bidin, bi ser bikevin” tê pîrozkirin. Yek ji navnîşanên van pîrozbahiyên bi heybet jî bajarê Stenbolê ye. Newroza Stenbolê li Meydana Yenîkapiyê tê pîrozkirin. Newroz bi pêşengiya Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) tê pîrozkirin. Bi rojan bû li Stenbolê amadekarî dihatin kirin û ev amadekarî temam bûn û îro bi sed hezaran kes diherike qada Newrozê.    Kesên di hepsa malê de li qada Newrozê ne    Kesên bi hinceta beşdarî serîhildana Bogaziçiyê bûne cezayê hepsa malê li wan hatibûn birîn derketin platformê û gel silav kirin. Gel bi dirûşmên xwe piştigirî da kesên hepsa malê ji bo wan hatibû dayin.    Piştre Sirri Sureya Onder axivî û diyar kir ku çiraya aştiyê gel vêxist.    Her wiha peyaman Selahattin Demirtaş hat xwendin. Selahattin Newroz li gel pîroz kir.    Li ser navê Hêzên Têkoşîna Yekbûyî  (BMG) Seher Dursun got Newroz hêvî û serîhildan e û got ew ê faşîzmê têk bibin.    Dayikên Aştiyê: Em edaletê dixwazin   Dayikên Aştiyê bi cilên xwe yên neteweyî derketin ser dikê. Li ser navê Dayikên Aştiyê Bedia Duman, gel silav kir û wiha got:"Em dixwazin hemû dayik destên xwe bidin hevdu. Em edaletê dixwazin. Em şer naxwazin. Bila dawî li vî şerî bê. Zarokên me li girtîgehan di greva birçîbûnê de ne. Em dixwazin dewlet bersivê bide daxwazên girtiyan."   Dayikên Aştiyê bi dirûşma "Jin jiyan azadî" ji ser dikê daketin.    ‘HDP ne bi tenê ye’   Serokê Giştî yê Partiya Karkeran a Tirkiyeyê Erkan Baş girse silav kir û got kesên gelê kurd û HDP'ê da hemberî xwe ew ê têk biçin û HDP û gelê kurd ne bi tenê ne.    Piştre girseyê dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan”, “Bijî berxwedana HDP'ê” û "HDP gel e gel li vir e" berz kir.    Bernameya Newrozê bi gotina stranan a hunermenda ji Navenda Çandê ya Mezopotamyayê Ruken Yilmaz didome.