Ji Qada Gundogdûyê bang: HDP gel e, gel li vir e 2021-03-20 14:33:48   ÎZMÎR - Ji bo pîrozbahiyê welatiyên li Îzmîrê ber bi qadê ve diherîkin. Welatiyên ku qad tijê kirin bi dirûşmên xwe piştgirî dan greva birçîbûnê û HDP'ê.    Li Îzmîrê, gel diherikin Qada Gundogdûyê ku Newroz lê tê pîrozkirin. Li gel ku hêj saeta pîrozkirinê nehatiye jî gelên ku derdora Qada Gundogdûyê têje kirine ber bi qadê ve diherîkin. Jin bi cil û bergên herêmî, tilîlî û dûrişmeyan dikevin qada Newrozê.    Hêzên Demokrasiyê jî bi pankart û daxwazên xwe li qadê cihê xwe girtin. Hêzên Têkoşîna Yekgirtî, bi pankarta “Bi rihê Newrozê ber bi yekitî, têkoşîn û serkeftinê…”, Partiya Kedê (EMP) bi pankarta “Li herêmê ji bo aştiyê li welat ji bo demokrasiye em bibin yek”, Malên Gel (Halkevleri) bi pankarta “Wê faşizm têk biçe, kesên tên înkarkirin bi ser kevin” û Partiya Azadiya Civakê (TOP) jî bi pankarta “Em zincîrên zilmê bişikînin” vekirin.    Qada ku jinên koçer bi kincên xwe yên herêmî lê ne ji her bawerî, nasname û rêxistinan kes tevbî pîrozbahiyan bûn. Li gel şertên hewayê jî girseya ku coşa xwe kêm nake, daxwazên xwe bi awayekî geş tînin ziman.   Girseyên ku bi kortejan tên qada Gundozgdûyê dirûşmeyên wekî “HDP gel e, gel li vir e” , “Bijî Newroz” , “Bijî HDP”, “Bijî berxwedana zindanan” û "Be Sêrok jiyan nabê" berz dikin.    Pîrozbahî bi muzîk û govendê didome.