Li Yenîkapiyê agirê Newrozê hat vêxistin: Em ê teqez bi ser bikevin 2021-03-20 13:50:17   STENBOL- Di metna hevpar a di Newroza Yenîkapiyê de hat xwendin de têkoşîna hevpar a kedkar û bindestan bal kişand. Di metnê de wiha hat gotin:"Bijî piştevaniya şoreşî. Em mafdar in, em serî hildidin û em ê teqez bi ser bikevin."    Bi hezaran kes ji bo Newroza ew ê bi dirûşma "Em agirê Newrozê serî hildin azad bibin" bê pîrozkirin diheriqin Qada Yenikapiyê. Jin bi rengên kes sor û zer û bi cilên xwe yên gelêrî diherikin qadan. Ciwanan bi govenda gerandin çalakiyên girevên birçîbûnê yên li dijî tecrîda li ser Îmraliyê silav kirin.    Pîrozbahiya Newrozê bi girtina rêzê ya ji bo têkoşerên azadiyê dest pê kir. Girseyê bi nîşaneya serfiraziyê dirûşma "Şehîd namire" berz kir.    Di bernameya Newrozê de navên beşdaran piştre hat xwendin. Li ser navê Komîteya Tertîpê ya Newrozê Murat Kalmaz mafê axaftinê girt û Newroza welatiyan pîroz kir.    Piştre li ser navê Platforma Hêzên Demokrasî Ked, Aştî û Demokrasiyê ji Malagel Zeynep Çelîk xwend.    Di metnê de hat ragihandin xistina parlamenterê HDP'ê Omer Faruk Gergerligolu wekî darbeyê hat nirxandin û hat gotin li dijî hêzên demokratîk nirxên gel êrişeke mezin heye û li dijî van êrişana ew ê serîhildan bidome.    Piştî xwendina metna hevpar girseyê dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" berz kir.    Ji bo Kadikoyê bang    Zeynepê bi bîr xist ku Peymana Stenbolê hatiye feshkirin û got ew ê sibehê saet di 17.00'an de li Îskeleya Beşîktaşa Kadikoyê kom bibin.   Piştre jinan dirûşma "Em natirsin serî natewînin" berz kirin.    Elif Bulut: Em ê kuçeyan terk nekin   Hevserokên HDP'ê ya Stenbolê Elîf Bûlût û Erdal Avci ji bo axaftinê derketin ser dikê. Elif Bulut a bi kincên xwe yên gelêrî derket ser dikê wiha got:"Em gel e gel li vir e. Îradeya kesekî têr nake ku HDP'ê bigire. Rêhevalên me yên di vê riyê de bedel dane heye. Em ê kuçeyan terk nekin."   Piştî axaftina Elîfê dirûşmên “Bê serok jiyan nabe”, “Bijî serok Apo” hatin rizgarkirin.    Agirê Newrozê hat vêxistin   Piştî axaftinan Elif û Erdal agirê Newrozê vêxistin.    Bi dirûşmên girseyê yên "Em Abdullah Ocalan silav dikin" pîrozbahiya Newrozê didome.